'Em naxwazin li TOKÎ’yan dixwazin li Sûrê bijîn’

12:58

JINHA

AMED – Zarokên li dijî polîtîkaya koçberkirin û îskanê ya li Sûrê naxwazin kolanên xwe terk bikin gotin: “Em dixwazin li Sûrê mezin bibin. Em nekarin li TOKÎ’yan bilîzin. Hevalên me tine ne.”

Qedexeya derketina derve ya li Sûrê ji 2’ê Kanûna 2015’an heta niha berdewam dike û li kolanên ku qedexe rabuye gel vegeriya malên xwe. Têkildarî navçeyê de biryara ‘cemawerîkirina lezgîn’ hat girtin û piştre wezîrê bajarvanî û derdorê Mehmet Hasekî got wê li navçeyê avahiyan çêbikin. Zarokên li taxê hatine dinê naxwazin li cihekî din mezin bibin û gotin ew dixwazin bi awayekî azad bilîzin.

‘Li vir hewşên me hene’

Buşrayê got ew ji mala xwe gelek hez dikin û xaniyê wan gelek mezine. Buşrayê pirsa ‘ma çima em herin TOKÎ’yan’ pirsî. Buşraya 10 salî ya li Alîpaşa rudine got: “Ezê li TOKÎ’yan hevalan nebînim. Li vir gelek hevalên min hene. Lê wir her kes di hundir dene. Li malê tên hepskirin. Li vir hewşên me hen.e em li wir xwarinê çêdikin. Radizên. Li TOKÎ’yan ev nayên kirin.”

‘Em di qedexeyê de jî derneketin’

Buşrayê wiha got: “Em di dema qedexeyê de jî ji Sûrê derneketin. Niha ez fêm nakim em çima derdikevin. Malbata min ev 40 sale li vire. Niha ez pir ne mezin bim jî, li van kolanan bîranînên min hene. Ji xwe em derketibana emê di dema qedexeyê de derketibana. Tevî ewqas dengê bombe û guleyan em dîsa li kolanan dilîstin. Ez kolana xwe hez dikim.”

‘Ez dixwazim li vir mezin bibim’

Nurullah jî got ew dixwaze li Sûrê mezin bibe û wiha got: “Em naxwazin malên xwe terk bikin. Em naxwazin biçin TOKÎ an jî cihekî din. Ez dixwazim li van kolanan mezin bibim. Jixwe her der hilweşandin. Qe nebe bila dest nedin malên me. Ez polîtîkaya îskanê naxwazim. Ez naxwazim li bajarên din bijîm. Sûr warê me ye. Ev 6 mehe dibêjin hunê ji vir derkevin. Ez 12 salî me. Heta vî temenî ez li kolanê lîstime. Bila malên me xera nekin.”

(hu)