Li Xalxaloka Zarokîstanê kelecana girtina Karneyan

16:42

JINHA

AMED - Zarokên li Qrêşa Zarokîstana Xalxalok ya Şaredariya Peyasê perwerdehiya kurdî dibînin bi şahiyekê karneyên xwe girtin.

120 zarokên li Qrêşa Zarokîstana Xalxalok ya di bin banê Şaredariya Peyasê ya Amedê de perwerdehiya kurdî didîtin karneyên xwe stendin. Zarokên li Qrêşa Zarokîstana Xalxalok ya Şaredariya Peyasê perwerdehiya kurdî ya xweza, matematîk, trafîk, werzîş û hûnera destan didîtin, kelecana stendina karneyê jiyan. Di merasîma karnedayînê de Hevşaredar Fatma Arşîmet, cîgira hevşaredar Nesrîn Keskîn û malbatên zarokan beşdar bûn.

Hevşaredar Fatma Arşîmet diyar kir ku pir giring e zarok li dibistanên xwe perwerdehiya zimanê xwe bibîne û weha domand: "Zarokên me pêşeroja me ne. Pêwîst e bi heskirin, bi hêvî û ji bo pêşeroja wan di nava aştiyê de derbas bibe, çi têkeve ser milê kê gerek e bike."

Merasîma karnedayînê bi dayîna xelat û bi pêşkêşiya koma zarokan ya muzîkê dawî bû.

(zt)