Li Kreşa Taybet İnan kelecana qarneyan

14:50

JINHA

WAN - Zarokên ku li Kreşa Taybet İnan a ku ji aliyê Şaredariya Ertemêtan ve hatî vekirin perwerde didîtin qarneyên xwe yên despêkê di çalakiya ku ji aliyê Cîgira Hevşaredara Ertemêtan Nurhayat Çelik ve hatî amadekirin de girtin.

Li Kreşa Taybet Înan a 57 salî ku dayika 11 zarokan li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatî qetilkirin û cenazeyê wê hefteyekê li kolanê mayî ku ji aliyê Şaredariya Ertemêtan ve hatî vekirin çalekiya qarnedayînê. Di çalekiyê de Wekîla Hevşaredariyê Nurhayat Çelik, Cîgira Hevşaredariyê Kebire Karakaya li gel xebatkarên şaredariyê, malbatên zarokan û xebatkarên kreşê amadebûn. Zarokên ku li kreşê perwerde didîtin qorneyên xwe girtin.

'Li hemberî bişaftinê divê helwest bê nîşandan'

Di çalakiya girtina qarneyan de Nurhayat axivî û diyar kir ku wan kreşa Taybet Înan ji bo ku zarok têde zimanê dayikê hînbibin vekirine.

(zt)