Daxwaza zarokên Halûla çûyîna dibistanê ye

09:04

Zahîde Ehmed/JINHA

KOBANÊ- Zarokên gundê Halûla ya ser bi bajarê Minbicê, ji ber gundê wan ji dagirkerî û zordestiya çeteyan rizgar bû kêfxweşin û ev kêfxweşî bi rûkeniya çavê wan diyar dibe.

Di 1'ê Hezîranê de, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dest bi hemleya Hemleya Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla kir, ji wê demê û heya niha gelek gund ji çeteyan hatin rizgarkirin. Her wiha sivîlên ku di bin xeteriya komkujiyan de bi tirseke mezin ji herêmê reviyabûn hatin parastin. Gundê Halûla yê girêdayî Minbicê jî yek ji gundên rizgarkirî ye ku demeke dirêj êş û birînên hovîtiya DAÎŞ'ê kişand. Niha bîbikên çavên zarokên gund dibiriqe û ji kêfxweşiya wan re payan tune ye. Zarokan qala hovîtiya ku di temenek biçûk de rast lê hatine kirin û wiha gotin, "DAIŞ'ê nedihişt ku em bilîzin û bi dilê xwe tevbigerin, lê niha em bi rehetî radizên."

'Em dixwazin biçin dibistanê'

Emene Mihemed a ji gundê Halûla wiha qala kiriyar û hovîtiyê çeteyan kir, "DAIŞ bi kiryarên xwe yên hov, em ji asta zaroktiyê derxistibûn, êdî nedihişt em biaxivin û ne jî bilîzin. Li pêşiya çavên me mirov dikuştin, cilên li gorî xwe jî li ser me ferz dikirin. Me bawer nedikir ku rojekê em ê ji wan rizgar bibin û bi rehetî razên. Lê piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundê me ji çeteyan rizgar kir, careke din em vegeriyan gundê xwe. Êdî em bi zaroktiya xwe dihesin û bi kêfa xwe her tiştî dikin. Ez berxwedana şervanan silav dikim. Ji ber ku tenê wan dikarîbû me ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin. Xwesteka me ya sereke jî, niha ew e ku em biçin dibistana xwe."

Mihemed Ehmed (7) jî di encama tirsa ku çeteyên DAIŞ'ê li ser kirine, derûniya wî xirab bûye û nikarî bi gotinan kêfxweşiya rizgarkirina gundê xwe ji bo me vebêjê. Mihemed bi nîşaneyê serkeftinê hêviyên xwe yê jiyanê nîşanî me kir.

(hs/rc)