Hêviya zarokên dibin xirabeyan de li pêlîstikên xwe digerin

09:58

JINHA

COLEMÊRG - Li Geverê hêzên dewletê malên gel hedef girtin û gelek mal bi obûsan şewitandin û xira kirin. Li taxa Meqsûdavayê, mala zarokên birayên hev Arda, û Amed jî hebû. Arda û Amed di nav avahiyên hilweşiyan û şewitî de pêlistokên xwe dixwazin.

Li Navçeya Gever a Colemêrgê hêzên dewletê bi zorî gelê Geverê koçber kirin. her çiqas di aliyê dewletê de daxuyaniyên wekî operasyonên Geverê bi dawî bûn hatinbin kirin jî, hêzên dewletê malên gel şewitandin û hilweşandin. li Taxa Meqsûdavayê, her çiqas pevçûn tune bûn jî hêzên dewletê mal hedef girtin li gundê Meqsûdavayê 80 mal şewitandin û xira kirin. Zarokên ku vegeriyan malên xwe bi pêlîstokên şewat re rû bi rû man. Zarokên birayên hev Arda Dûzen û Amed Dûzen bûn. Arda û Amed bi temenê xwe yê biçûk pirsa yekem kanê pêlîstokên bûn bû Arda û Amed di nav avahiyê hilweşiya re pêlîstokên xwe digerin û dibêjin em pêlîstokên xwe dixwazin.

'Ez pêlîstokên xwe dixwazim'

Li Geverê wekî her avahiyên ku hêzên dewletê şewitandin avahiyên birayên hev zarokên bi navê Arda û Amed jî hene. Amed û Arda bi pirsa kanê pêlîstokên min pêlistokên xwe di nav avahiyên hilweşiyan û şewat re digerin. Zarokê bi navê Amed (7) ani ziman ku dewletê malê wan xira kirin û wiha got:"Mala me şewitiye ez niha pêlîstokên xwe digerim. Diya min û bavê min ji bo min û Arda, odeyek çêkirî bû odeya min xira bû ye ez êdî nikarim odeya xwe de birazim. pêlîstokên min şewitini ez pêlîstokên xwe dixwazim jî Arda, re lîstikan bilîzim. leşkeran mala me hilweşand bila avahiyên me bila odeya min û Arda çê bikin. Hevalên min hemû çûne sebra min nayê ez hevalên xwe cihê lîstokên xwe dixwazim."

Her wiha birayê Amed û Arda (6) jî got ku divê cihê wan ê lîstik lîzanê bê çêkirin Arda diyar kir ku ew dixwazin lîstikên wî û Arda, bên dîtin.

Mala Arda û Amed, ya ku bi aliyê hêzên Dewletê ve hatî şewitandin Arda û Amed di nav avahiyên şewat re pêlîstokên xwe û mala xwe dixwazin.

(kom/zt)