'Di qedexeyan de herî kêm 80 zarokan jiyana xwe jidest dan'

17:17

JINHA

STENBOL - Hewldana Niha Ji Bo Zarokan Aştî, di çarçoveya Roja Zarokên Ji Şer Bi Bandor Bûne ya Navneteweyî raporek weşand, di raporê de hat diyar kirin ku li "herêmên qedexe" herî kêm 80 zarokî jiyana xwe ji dest daye.

Hewldana Niha Ji Bo Zarokan Aştî, di çarçoveyha Roja Zarokên Ji Şer Bi Bandor Bûne ya Navneteweyî ya ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê diyar kirin, der barê mafên zarokan de raporek amade kir. Hewldanê diyar kir herî zêde zarok ji şer bi bandor dibin û ev tişt hat gotin: "Divê dewlet di binê her şert û mercî de mafên zarokan biparêze, divê kesê ev mafê zarokan binpê kir, teqes bên cezakirin."

Hewldanê Qanûna Parastina Zarokan a Tirkiye jî bi awayekî fermî qebûl kiriye û Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku Tirkiye jî alîgirê wê ye, bi bîrxist dewletên alîgir, di dema pevçûnê de hiqûqa di qada navneteweyî de ji bo wan hatiye diyar kirin, divê zarok jî di nav de hemû parastinên sivîlan bên kirin.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê ji 16'ê tebaxa 2015'an vir ve herî kêm li 7 bajar û herî kêm li 22 navçeyan "qedexeya derketina derve" hatiye îlankirin û di vê demê de herî kêm 80 zarokan dî şerên ku qewimî de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber êrîşên li hemberî zarokan pêk hatiye û ji ber astengkirina tedawiyê, van zarokan jiyana xwe ji dest daye.

(zt)