Zarokên Geverî: Em êdî ji wesayîtên zirxî natirsin

09:20

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Li Geverê piştî qedexe rabû û welatî vegerîn malên xwe, zarokên ku malên wan hatî hilweşandin û şewitandin, bi pêlîstokan malên xwe ên wêran bûyî avadikin. Zarokên Geverî diyar kirin ku ew êdî dixwazin nava aramiyê de bijîn û dibistanê xwe berdewam bikin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dorpêç û dagirkeriya hêza dewletê piştî 78 rojan bi awayekî qismî rabû. Welatî piştî qedexe rabû vegerîn malên xwe ên ku hatibû wêran kirin û şewitandin. Yek ji taxên herî zêde hatî xirab kirin Taxa Cumhuriyetê ye. Li taxê welatî bi qasî derfetên xwe hewil didin ji nûde xaniyên xwe avabikin. Li aliyê dinê zarokên ku malên wan hatî hilweşandin û şewitandin, bi pêlîstokan malên xwe ên wêran bûyî avadikin û alîkarî didin malbatên xwe. Zarokên ku rûkeniya xwe yê gerim wenda nekirine, bi hêviyek mezin û ji xwe bawer bi pêlîstokan xaniyên xwe avadikin.

'Em hînê tirsê bûne û êdî ji wesayîtên zirxî natirsin'

Zaroka bi navê Hêlîn Dûzen (12) anî ziman ku ew ê bi pêlistokên xwe avahiyên ku dewletê xirakirî û şewitandi avabikin û wiha got, "Bi heyvane em ji Geverê hatine derxistin. Me gelek xeribiya Geverê kiribû. Ez niha li vir bi pêlîstokên xwe ve malan ji bo xwe çê dikin. Ezê dîsa dê biçim dibistanê bixwinim. Gava dengê maşineyên zirxî tên em qet natirsin ji ber ku em hînî tirsê bûne em vî demî şûnde tiştekî natirsîn."

'Ez xeyala mala xwe dikim dixwazim biçim dibistana xwe'

Sîdar Gûzel (13) jî bi lêvkir ku hêzên dewletê dibistan û malên wan tev şewitandine û got, ew pêlîstokên xeyalên xwe ji nûde mal û dibistanê xwe înşa dike. Sîdar wiha dirêjî da gotina xwe, "Min gele bîra malên xwe kiribû. Lê em hatin me qet tiştek ne dît, tev hatiye şewitandin. Ez dixwazim biçim dibistana xwe."

(rc)