Ji şahida zilma Nazî Anne Frank heta zarokên şahidê darbeya Qesrê

09:07

JINHA

ENQERE-Li Kurdistanê zarokên wek şahidê zilma dewletê derbasî dîrokê bûn, wek navê yê din ê berxwedanê wê li dîrokê bên nivîsin.Ji ber ku dewleta wan li welatê wan ade jiyîn, mirinê wan jî nas nakin. Anne Frank ku şahidê dîktatoriya Naziye, zilma ku jiya li hemû cîhanê da bihistin û zarokên nekarin li Kurdistanê mezin bibin jî, hovîtiya ku jiyane hêj bi cîhanê didin bihistin.

Di dîrokê de di nava şerên ku hatin jiyîn de hinek zarokan ji paceyên cuda li jiyanê mêze kirin. Tevî hemû pêkanînan bi zimanê xwe stran striyan. Bi sedan zarokên ku li Kurdistanê xaka xwe terk nekirin hatin qetilkirin, di dîroka komkujiyan de nemir dibin.

Şahidê zilma Nazî: Anne Frank (1929-45)

Anne Frank ku sîmgeyê qirkirina Yahudî bû û malbata wê yek jimalbatên Elmanyaya Hîtler bû. bavê Anne, Otto Frank piştî ku dîktatoriya Elmanyayê dertê bi malbata xwer reviyan Hollandayê, lê vir jî huzur nedîtine. Di Tîrmeha 1924’an de ji aliyê serbazên Nazî ve wek Yahudî hatin nîşan kirin û fêm kiribûn ku wê wan bişînin kampên mirinê. Anne Frank y a14 salî û 3 kesên ligel wê li ofîsa bavê xwe Otto Frank di beşeke veşarî de 2 salan ji bilî sekreterê bavê xwe, Mîep Gîes bi cîhana derve re neketibû têkiliyê.

Lê naziyan ew li vir jî dîtin û şandin Auschwitzê. Miep Gies, rojnivîska Anne Frank ya ku 2 salan di wê stargehê de mabû nivîsî teslîmê bavê wê yê ji Auschwitz xilas bibû kir. Ev rojnivîska ku wek pirtûk hat weşandin li cîhanê deng da û wek şahidê herî nêz yê dîktatoriya Nazî derbasî dîrokê bû.

Têkoşîna karkeriya zaroktiyê: Om Prakash

Om Prakash Gurjar, ji bo zarok belgeya welîdîna nû bigirin têkoşiya.Om Parakash li bajarê Rajtsan a Hîndîstanê hat dinê. Om Parakash, di 3 saliya xwe de ji malbata wê bi zorê hat qûtkirin û li ser erdan hat xebitandin û keda wê hat mêtîngerkirin. Om ji aliyê aktîvîstên saziyên civaka sivîl ve hat xilaskirin û Om piştre li dijî mêtîngeriya zarokan têkoşiya. Om di sala 2006’an de di encama têkoşîna ku meşan de hêjayî ‘Xela Aştiyê û Zarokan a Navneteweyî’ hat dîtin.

Hector Pieterson yê bi guleya polîsan hat qetilkirin (1963-1976)

Hector Pieterson, 1976’an de yek ji xwendekarên li dijî newekheviya li dijî rejişên Başurê Kurdistanê serî hildabû. Di bûyerê wek Sweto debasî dîrokê bû de bi guleya polîsan hat qetilkirin û 12 salî bû. piştî mirina xwe bû sembula berxwedanê û ji bo bîranîna wê bê jiyîn 16’ê Hezîranê Roja Ciwanên Netweyî hat îlnakirin.

3 hezar zarok û Iqbal Masih (1982-1994)

Iqba di 1983’an de li Mudrîke ya herêma xizan a Pakîstanê hat dinê û di 4 saliya wê de bi 600 rupî yanî 16 dolarî firotin fabrîkeya çêkirina xaliyan. Iqbal hefteyê 7 rojan rojê 14 saetan hat xebitandin û di 10 saliya xwe de 27 kîlo bû. polîsan hîn kir kul i fabrîqeyê zarok bi kaçaxî tên xebitandin. Iqbal ji fabrîqeyê reviya û pişte dîsa hat bgirtin lê vê carê dîsa reviya û 3 hezar zarok bi xwe re bir. Di têkoşîna ku ji bo zarokan dida de di 1994’an de bi sûîkastekê hat kuştin. Navê wê bi navbeynkariya weqfan tê jiyîn.

Qasida niyeta baş Samantha Smith (1972- 1985)

Di dema şerê navbera DYA û Rûsyayê de Samantha ya salî bi nameya ku nivîsî derbasî dîrokê bû. Samantha di sala 1982’an de ji lîderê demî yê Sovyetan Yurî Andropov re nameyeke nivîsî û got çima bi Amerîkayê re li hev kiriye. Tevî ku ev nameya wê bê bersiv ma jî nameya duyem nivîsî. Samantha bersiva xwe girt û wek vexwendiya Andropov çû Rûsyayê. Têkiliyên her du welatan nerm bû û wek ‘Qasida niyeta baş’ hat îlankirin. Di 1985’an de bi qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Sadako Sasaki (1943- 1955)

Sadako yek ji hezaran keçên biçûk ya Hîroşîmayê bû. Di 1945’an de dema DYA’yê bombe avêt Hîroşîmayê ew du salî bû. Sadako wê demê birîndar nebû û diçû dibistana xwe. Lê di 12 saliya wê de nexweşiya wê derketibû holê. Doktoran teşhîsa pençeşêra xwînê (nexweşiya bombeya atomê) li Sadako danî. Wê demê efsûna turnayên ku jiyan, kêfxweşî, hêvî û jiyan nîşan dida ji nûve zindî bibû. Lê jiyana Sadako têr katkirina hezar turnayî nekir. Di 25’ê cotmeha 1955’an de 644 turna hatin katkirin û bi wê re hatin definkirin. Ji wê rojê şûnde çûka Turna bû sîmgeya aştî û bêçekbûna nuklerê.

Zarokên dewletê qetilkirin bûn ‘terorîst’

Li Tirkiyeyê jî di salên dawî de li Kurdistanê di şerê hatiye destpêkirin de zarokên hatin qetilkirin navê wan nayê zanîn. Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo zarokên Gazze û Kudusê got ewê bêdeng nemînin, zarokên li welatê wî hat qetilkirin qet bibîr neanî. Zarokên hatin qetilkirin jî terorîst îlan kir. Di Tîrmeha 2015'’n de di êrîşa DAIŞ’ê ya li Pirsûsê de bi hezaran zarokî jiyana xwe ji dest da.

Çavên Ceylanê li kujerê xwe digere

Di 28’ê îlona 2009’an de li navçeya Licê ya Amedê li gundê Şenlîk, Ceylan Onkol ya 12 salî ku pezê xwe diçêran bi guleya hewanê jiyana xwe ji dest da û dayika wê parçeyê wê di pêşa xwe de veşart. Di ser mirina wê de 7 sal derbas bû lê kujerên wê nehatin dîtin. Çavên Ceylanê jî wan wijdanan didarizîne.

Berkîn Elvan

Berkîn di 16’ê Hezîrana 2013’an de li Okmeydanê bi guleya bombeya gazê ya polîsan birîndar bû û 269 rojan di beşa lênberîna lezgîn de ma. Ji 45 kîloyan daket 16 kîloyî di 11’ê Adara 2014’an de têkoşina jiyanê winda kir.

Ugur Kaymazê 13 gule ji bedena wî derket

Ugur Kaymaz yê 12s alî di 21’ê Mijdara 2004’an de li Mêrdînê bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Ji bedena Kaymaz 13 gule derket.
Bişenga ku bi ala spî hat qetilkirin

Li taxa Cudî ya Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de malbatek ku neçar man derkevin derve, ji aliyê polîsan ve hatin gulebarankirin. Bîşeng Goran ya 12 salî ku di destê wê de ala spî hebû hat qetilkirin.
Di 10 salan de 181 zarok hatin qetilkirin

Li gorî daneyên Şaxa ÎHD’a Amedê ji sala 1988’an heta niha li herêmê ji ber pêvajoya bi pevçûn 561 zarokîjiyana xwe ji dest da. Di 10 salên dawî de ku dema hikûmeta AKP’ê bû 181 zarok hatin qetilkirin.

(hu)