Zarokên ku ji zilma DAIŞ'ê rizgar bûne dexwazê wan tenê perwerde ye

13:38

JINHA

SERÊKANIYÊ - Zarokên ku li Qampa Koçberan ya Mebrûkê dimînin, ji ber êrîşê çeteyan perwerdeyê wan nîvco ma. Ji bo perwerdehiyên xwe berdewam bikin, ji Rêveberên Xweser ên Demokratîk piştgirî xwesetin.

Li herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de ne zarok ji xwendinê mehrûm dimînin. Koçberên ji bajarê Reqa, Dêra Zorê û herêmên din ên Sûriyeyê hatine û niha li Kampa Mebrûka ya Serêkaniyê dimînin, diyar kirin ku piştî aloziya Sûriye dest pêkiriye û çeteyên DAIŞ’ê herêmên wan dagir kirine, zarokan dev ji dibistanê berdane. Zarok û şêniyên li kampa Mebrûke dimînin ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwestin ku ji wan re li kampê dibistanekê vekin, da derfetên wan ên xwendin û perwerdeyê çêbibin.

'Çeteyan waneyên şîdet û komkujiyê didan zarokan'

Zarokê bi navê Ehmed ê ji bajarê Reqa ye sedema destberdana ji dibistanê wiha anî ziman: “ Min heyanî refa pêncemîn xwend. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê ketin gundê me, min dest ji dibistanê berda. Wan fêrbûyîna meteryalên xwe li ser me ferz dikir. Ji bo wê jî ez neçar mam ku dest ji dibistanê û xwendina xwe berdim. Ji ber ku çeteyan em ji xwendina me mehrûm kirin, êdî xwendin ji min re bûye xewneke dûr û zehmet. Çeteyan waneyên şîdet û komkujiyê didan zarokan."

(rc)