Di lîstika zarokan a Diyanetê de zayenperestî û mîlîtarîzm

09:11

JINHA

ENQERE - Diyaneta ku berê gelek caran li dijî jinan fetwayên newekehev û zayenperest da, di malpera xwe ya fermî de di lîstikên beşa zarokan de li zarokan ligel zîhniyeta serdest ya mêr û zayenperestiyê, mîlîtarîzmê jî ferz dike.

Wezareta Karê Diyanetê ku berê gelek caran fetvayên newekheviyê û zîhniyeta serdest ya mêr û zayendperest têkildarî jinê de dida vê carê bi lîstikên zarokan zîhniyeta xwe danî holê. Di beşa ‘Zarok Diyanet’ ya di malpera wan ya fermî de, ji bo zarokan heval tên dîtin. Di lîstikê de jin, mêr, tizbî û jûjde heye. Ligel vê rûyê jinê naye dayîn. Zarokê ku li ‘çiyayê Erefatê ketiye îhramê’ cih digire û dema ku dixwaze îbadetê fêm bike, tê nîşandan.

‘Ev karê keçikê ye’

Ev malper ji bo zarokan hatiye amadekirin û têgehên neşênber hene. Zarok wateya wan nine. Ligel wateya ‘cehnemê’, agirekî ku dişewite û ‘şeytanek’ tê tasvîrkirin. Di beşa ‘Trîna têgihiştinê radibe’ de jî wateya hevokan tê dayîn û dîsa zarok bi ‘kulik’ tê dayîn. Di lîstika ku di navbera wî û dayika wî de derbas dibe de, dayik cilan radixe û dibêje bese ez êdî nekarim bikim û ji kurê xwe dixwaze alîkariyê bike. Di wê navberê de zarok dibêje ‘ev karê keçikaye’ ez çawa bikim. Zarok li pişt çarşefê cilan radike.

Bi wêneyên naveroka wê şer e, mîlîtarîzm

Dîsa di beşa qehremanên herî baş de, di lîstika tê lîstin de diyalogek di navbera zarok û kalî wî de derbas dibe. Di vê diyalogê de zarokê wêne xêz dike, krokiya ‘Ger şerê cîhanê derkeve emê çawa xwe biparêzin’ xêz dike, keştiyên şer, balafirên şer û helîkopteran xêz dike. Di van lîstikan de mîlîtarîzmê di bin hişê zarokan de bicih dikin.

Diyanet profîla zarokên xwe xêz dike

Ev karîkatorên ku rengîn û xweşik tên xêzkirin ji ber bi awayekî zêde zayendperestî û mîlîtarîzmê bixwe re tîne. Ligel divê li gorî temenê zarokan û hişmendiy wan lîstik bên nîşandan, bi rêya ol zextan li ser zarokan dikin û ditirsînin. Diyanet bi feraseta xwe dixwaze profîla xwe xêz bike.

(hu)