Zarokên li TOKÎ’yan tengezar bûne dixwazin azad bin

09:08

Gulfîdan Ataman/JINHA

WAN – Li Kurdistanê ji ber şerên kut ê jiyîn, zarokên bi malbatên xwe re neçar dimînin koç bikin, ji qadên jiyan û lîstikan tên qûtkirin û din ava avahiyên beton de tengezar dibin. Zarokan diyar kirin ku di TOKÎ’yan de ne kêfxweşin û gotin ew dixwazin di xwezayê de bi awayekî azad bijîn.

Herî zêde zarok di bin bandora şerê ku li Kurdistanê tê meşandin, dibin. Zarokan bi malbatên xwe re koçî avahiyên TOKÎ yê navçeya Edremîta Wanên kirin. Ji ber ku qadên jiyana wan ji destê wan hat girtin bandorek mezin li ser wan çêbû û niha jî li cihekî ku qet nizanin, din ava avahiyên beton de jiyana xwe berdewam dikin. Zarokên ku li taxa xwe bi awayekî azad dijiyan, niha kêfa wan tine. Ji wan zarokan Mîraç Gelen (12) got ew nekare di avahiyan de bîhna xwe bigire, li cihê ku daran dibîne xwe kêfxweş hîs dike.

‘Ji me re tenê çiya dimîne’

Mîraç got ji sewalan û xwezayê gelek hez dike û wiha berdewam kir: “Lê li TOKÎ’yê ev ne mumkune. Herî zêde jî min bêriya seyê xwe kiriye. Seyan nagirin qada TOKÎ’yan. Ez jî dixwazim bi wan re bilîzim, xwarinê bidim wan. TOKÎ mirovan tengezar dikek. Avahî hemû ligel hevin. Ez nekarim bîsîkleta xwe li vir bajom. Ji me re tenê çiya dimîne. Lîstika li parqê jî qet nexweş e. Li şûna parkan ez dixwazim di nava xwezayê de semawer pêxînim , çayê vexwim û lîstikan bilîzim.”

‘Li TOKÎ’yê azadiya me tine!’

Zarokekî din yê bi navê Samet Ahî yê 13 salî jî got li avahiyên TOKÎ’yê azadiya wan tine û got ew din ava avahiyên betona de tengezar bûne û ji ber jî kêfa wan tine. Samet wiha got: “Wekê ku em li vir hatine hepskirin. Ez dixwazim li çiyan, xwezayê bilîzim û birevim. Di nava vê betonê de desturê nadin tiştekî. Li qada TOKÎ’yê azadiya min tine.”

Berfîn Mantom (12) jî got qadeke lîstikê ya bilîzin tine û anî ziman ku ew li TOKÎ’yê tengezar dibe û wiha got: “Bi rastî jî ev der qet nexweşe. Ez xwezayê hez dikim. Cihê lîstika me tine. Ger taxa me bûya, wê wisa nebûya.”

(hu)