Çeteleya Tundiyê Çap Bike Veşêre

Mêran di nîsanê de 22 jin qetilkirin 10 jin bi guman mirin

Şiddet Çetelesi
Gulan 04 / 2015


 
JINHA 
 
STENBOL - Li gorî nûçeyên hatine nirxandin di meha nîsanê de mêran 22 jin qetilkirine. Her wiha 10 jin jî bi awayê 'intihar' kirine derbazî qeyîda bûne, lê bi goman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî daneyên ji aliyê Platforma Rewesatndina Cînayetên Jinan di meha nîsanê de 22 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Li gorî daneyên Platformê herî zêde cînayetên jinan li Stenbolê hatine jiyankirin, li Stenbol, Enqere, Edene û Uşak ê dişopînin. Li gorî rapora platformê ji sede 27 jinên hatine qetilkirin ji ber xwestine ji hevserê xwe bên berdan, yan jî cuda bibin hatine qetilkirin. Ji sedî 22 jî ji ber 'hesudiyê' hatine qetilkirin, ji sedî 9 jî ji ber di derbarê jiyana xwe de xwestine biriyarê bidin hatine qetilkirin.
 
Ji jinên di meha nîsanê de hatine qetilkirin ji sedî 5 ji ber li hember tecawîzê li ber xwedane, ji serdî 5 jî ji ber sedemên aborî hatine qetilkirin. Rêjeya jinên ji ber sedemên nayên zanîn jî hatîn qetilkirin ji sedî 32 ne, ji sedî 23 ji aliyê hevserê xwe ve, ji sedî 9 ji aliyê hevserê xwe yê berê ve ji sedî 14 jî ji aliyê hevalên xwe yên mêr ve yanî ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve hatine qetilkirin. Ji sedî 31 jî ne diyarin ji aliyê kê ve hatine qetilkirin. Jinên di nîsanê de hatine qetilkirin herî zêde bi çekên agir û madeyên birînê hatine qetilkirin. Platform di meha nîsanê de li Tirkiyê ji bo ku qatîlên jinan cezayê muebetê bigirin qad dagirtin.
 
Li aliyê dinê jî li gorî yên di çapemeniyê de derketî di meha nîsanê de 10 jin weke 'întihar kirine' derbazî qeyîdan bûne, lê bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
 
(zt)