Divê hêviya ji parêzê kîlodayîneke tendurist be

11:41

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Pisporên teduristiyê yên ku bal kişandin ser xwedîkirneke bi tendirust, diyar kirin ku dema parêz bê girtin jî divê ku mebest tenê ne dayîna kîloyê, divê kîlodayîneke tendurist be.

Parêzeke ku ji bo jiyaneke bi tendurist bê kirn, ji vexwarinê bigirin heta bi xwenaskirnê divê mirov li hemû xwarin vexwarin û tevgera xwe baldar be. Pisporê parêz û xwedîkirinê Mustafa Bahar diyar kir ku parêzgirtina gelek kesan ji ber ku ne li gorî zanîn û pratîka wan e encameke serkeftî jê nayê girtin û wiha avivî: “ Parêz biryarbûn û hêzê dixwaze. Mebesta parzêzê divê ne tenê kîlodayîn divê kîlodayîneke bi tendurist be. Di dema parêzgirtinê de xwenaskirn girîng e. Divê hûn xwe baş nas bikin. Qelsiyên we hene an na, gelo hûn ê bixwazin ku tiştekî bixwin an na, gelo dema ku hûn aciz dibin dê canê we tiştekî bixwaze yan jî dema ku hûn kêfxweş bin. Xwe naskirn ji bo hevsengiya parêzê girîng e. Ger ku hûn bedena xwe nas bikin û li gorî wê tevbigerin hûn ê karibin parêzeke serkeftî bikin.”

Divê berdewamiya wê hevbe

Mustafa dubare kir ku ji parêzê hêvî divê ku kîlodayîneke tendurist be û wiha berdwam kir: “Nekevin heyra ku bi derbê re hûn ji kîloyên xwe xilasbin û bibin xwedî bedeneke xweşik. Ger ku hûn bikevin heyra vê hûnê heftane bibînin ku kîlodayîna we ne li gorî ku hûn dixwazin, hûn ê hêviyên xwe winda bikin û dê ev jî bibe sedem ku hûn dest ji parêza digirin berdin.”

Vexwarin

Mustafa bal kişand ser girîngiya vexwarina avê jî û wiha got: “ Rojê herî kêm 1’5 av vexun û herî zêde jî 3 lîtereyan vexwin. Em dizanin ku di civaka me de cihê çay û qahwê girîng e. Hun dikarin van û yên wekî wan jî li gorî lîsteya xwe ya parêzê vexin. Tenê ne ji bo ku hûn zikê xwe têr bikin bi zanebûn û ji bo jiyaneke bi qelîte xwarina xwe bixin. Jiyan bi xwedîkirneke tendurist xweş e.”

(gc/mk)