Sebahê riyê şîverêyên jinên zana û bijîışk hilbijart

09:03

Ronîda Hacî /JINHA

TIL TEMIR – Sebah Reşo ji giya û kulîlkên ku berhevdike, ji bo nexweşiyan derman çêdike, dermanên xwe jî dixîne xizmeta gel.

Li gundê Dawûdiyê ya bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê jina bi navê Sebah Reşo dizane ji kulîlk û giya çêkirina derman karê jinê ye. Yekem car jinê di dîrokê de xweza şopand, ji xwezayê fêr bû û bi xwezayê tiştên nû jî afirand. Niha jî wek ku di heman şîverêyên wan jinên bijîşk û zane de bimeşe, bi bawerî mezin xebata xwe pêk tîne. Sebahê ji dayik û jinên gund hînê derman çêkirinê dib û vê jî wek alternatîfa tiba heyî ku bi madeyên kîmyewî re li ber nexweşiyên hîna girantir vedikin, pêş dixîne.

Bi gihayên ku berhev dike ji nexweşiyan re dike derman

Sebahê diyar kir ku jin hîn zêdetir nêzî xwezayê ye û wiha got: "Ji ber jin mîna xwezayê afirîner e. Jin ji her tiştê xwezayê sûdê werdigre." Sebahê wiha qala kûlîlk û gihayên ku berhev dike: "Li vir giyayê heshesok, gula dahiro û kulîlkên curbecûr hene. Ez ji wan derman çêdikim. Heshesok ji bo nexweşiya îshalê pir baş e. Çi însan çi jî heywan dema bi îshalê ketin, ji vî giyayî vexwen dê baş bibin. Ez heshesokê diçînim û ji bo zivistanê zuha dikim, radikim. Gula Dahiro jî ji nexweşiya zekem, ta re derman e. Em vê gulê hişk dikin û ji bo heyva çileyê radikin. Wiha jî herdem ku ji me re hewce be, ez dertînim û bikar tînim. Li gund carna zarok, yan jî mirovên kal nexweş dibin, bi dermanên ku ez bixwe çêdikim, wan derman dikim."

Sûda berheman Sebahê kêfxweş dike

Sebahê bi lêv kir ku, jin di nava şert û mercên giran de tecrûbeyên xwe heya roja îro anîne û wiha pêde çû: "Zihniyeta desthilatdar pir hewl da ku jinê ji xwezaya wê dûr bixîne, lê ji ber jin û xweza pir nêzîk hev in, ne karîn çanda afrîneriyê ji holê rakin. Niha ez jî di rêya wan jinan de diçim û dema dibînim sûda min ji bo gel çêdibe, kêfxweş dibim."

(en/rc)