'Pûng bi serê xwe dermanek kêrhatiye'

09:02

JINHA

WAN- Pûng giyeyek bêar e. Ji cihên sîber û hêwî hez dike. Di meha tîrmehê de kulîlkên xwe vedike. Pûng bi serê dermanek kêrhatiye. Ji bo bêhnxweşî û xwarinê jî tê xebitandin.

Pûng giyayek bêar e. Li ber lêvên coyan û çeman xwe bixwe hêşîn dibe. Lê çandina wê jî tê kirin. Linav baxçan û li eywanan jibo bênxweşî, lawînî, baharat û jibo mêş nekevine hundurê malê, tê çandin.Bejna wê 30- 100cm bilind dibe. Belgên wê keskê tarî û rexên wan xetxet in. Di meha tîrmehê de kulîlkan vedike, kulîlkên wê wek leylank peyazî û sipî ne. 30 cûreyên wê hene. Tovê wê qahweyî ye. Devera bikevê lê şîn tê, lewre di demek kurt de dera lê bê çandin, rehên xwe berdide û pir dibe.

Di medenîyetên Yewnan, Roma , Misir, Med, Asûr û Babilîyan de, belgên wê jibo derman, bêhnxweşî û tamxweşkirinê dihat xebitandin. Salên 1800 an de Ewropîyan birine Amerîka û çandinîya wê kirine û hêjî jibo benîşt, macûna diranan, parfûm û dermanan, nebatekî herî berbiçav e. Welatê wê nayê zanîn, lê li her deverê cîhanê hêşîn dibe.

Berhevkirin:Berî kulîlkan bide bi çiqan ve tê birîn. Bi qevdikên ne şidîyayî di cihek sîber û hewagir de tê hişkkirin. Paşê tê hûrkirin û difiraxek cam, an jî tûrek caw de, bi devgirtî tê parastin. Di salê de 3- 4 caran mirov dikare 2,5cm ji erdê bilind biqusîne.

Têdahî: Mentol, menton, Jasmon, rûnênfirok,tanen, reçîne, esansagiya ya dijwar, şekir, madeyên tahl, sîneol, cûreyên pîpenan, madeyênorganîk, protein, karbonhîdrat, vîtamîn A- B1- B2 - B3.
Nexweşî: Jibo nexweşîyên serêş, êşên bawîbûnê, astim, bronşît, kuxik, grîp, kevirên zirav, nexweşîyên mêlakê, sistît, sara, li ba zilaman ji bêixdîdarîyên pisîkolojîk re tê bêşniyarkirin.

Kêrhatî:

1- Hezmê hêsan dike.
2- Gazê dibire.
3- Têrnekirina mêlakê (kezebê) diedilîne.
4-Herikîna sefrayê normal dike.
5-Êşên mexde ( mad) dibire.
6- Danûstandina bêhnê sanahî (hêsan) dike.
7- Bandorek erênî jibo kuxuk, bronşît, girîb û astimê heye.
8-Damaran bihêz dike.
9- Jibo aramandina (rehetkirin) kelecan (heyecan) û tirsê baş e.
10- Vereşînê (xelihandinê) dibire.
11- Bandorek baş li ser mîgren, bêxewî, serêşê dike.
12- Dil bihêz dike.
13- Nerehetîyên lêdanên dil yên ji hêrsbûnê tên dibire.
14- Li nîk zilaman bêixdîdarîyên ji ruh tên radike
15- Şîrê dayîkê zêde dike.
16- Êşên ketina kincan dibire.
17- Ji havêtina kirm (kurm) ên nav rûvîkan re dibe harîkar.
18- Destavê xweştir diherikîne.
19- Hiş û bîrmendîyê bihêz dike.
20- Agir dadixe.
21-Enerjîyê dide.
22- Westîyanê dibe.
23- Çayê
24- mesaj
25- Xwarin
26- Selete

(hk/rc)