Pirpar xwînê paqij dike

09:01

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîneran Pirpar jibo serêş û êşên çavan başe û bandora wê ya qulipandina sefrayê heye. Heke li ser sorbûnên çerm û peçivînan bê danîn, wê arêşeyên wan hilîne. Heke bi şerabê ve bê tevlihevkirin û pê ser bê şûştin, wê edavên çermê serî û werimînên wê hilîne. Heke wek şûrûbê (şerbetê) bê vexwarin, wê arêşeyên edavbûnên kezebê hilîne, vereşandinên sefrayê bisekinîne û şehwetê kêm bike. Heke ava wê ya xurû bê vexwarin, wê edavên nav gurçikan biherîkîne û bavêje der. Êşên gurçik û mesane ji holê radike, birînên wan dikewîne, sotinên rehîman dadixe. Xwînbûna memikên bawesîrê dibire, heke bê qelandin û xwarin îshalê (virikê) dibire.

Pirpar hêşînhatek gîyayî û bêar e. Di nav parêzan de (baxçên dikakan) xwebixwe di meha hezîran û tîrmehê de çêdibe û wek dikakan ( zerzewat) tê xwarin. Gîyayek pirsalane ye. Navtenga wê razayî bi qasî mitroyekê dirêj dibe, bejna wê jî heta 30 cm bilind dibe. Belgên wê bê dûxûk, kesk û hêkanî, bi goşt û piravî ne. Belgên wê tacane wek qevdikan bihevre ne û di mehên tîrmeh heta Îlonê de vedibin. Rengên wan zer, eflatûnî an jî peyazî ne. Ew kulîlk paşê dibe qebsûl û di nava wê qebsûlê de gelek bizirên biçûk û reng reş hene.

Welatê ku pirpar lê çêbûye Asya ye. Ji wir ji alîyê teyran û ba û babelîkan derbasî welatên din bûye û li her welatî hêşîn dibe. Dîroka wê nayê zanîn, lê ji ber ku di nav baxçên dikakan de xwebixwe şîn tê, mirov dikare bêje hema hema wek ya dikaka ye. Ji berê de ji alîyê medenîyetên Asyayî ve wek dikak û dermanên xwecihî tê xebitandin. Lê welatên wê Amerîkî naxwin.

Kêrhatî:
1- Ji bo xwînbûna aşik (mexde), rûvik û destava bi xwîn bi fayde ye.
2- Xwînê paqij dike û gemarên têde tavêje der.
3 - Bedenê hûnik dike.
4- Tîhbûna nexwşên şekir dişkîne.
5- Destava zirav diqulipîne.
6- Qebizbûnê ji holê radike.
7- Nexweşîyên ji xalikê tên ji holê radike.
8- Ji bo bêxwewî, westîyan, hêrsbûn û betilîna zêhn bi fayde ye.
9- Ji bo avêtina kurman dibe alîkar.
10- Heke bê herişandin û li serserî bê danîn, wê êşa serî bibire.
11- Heke bê qutan û li ser sorbûn û edavan bê danîn, wê wan ji holê rake.

(rc)