Li Hesekê Lîjneyê Tenduristiyê hat avakirin

15:45

JINHA

HESEKÊ - Kongreya Star civîneke ji bo avakirina lijneya Tendûrustiyê taybet bi jinê li dar xist.

Bi armanca hilbijratin û lidarxistina Lijneya Tendûrustiyê ya jinan, Kongreya Star civînek li Taxa Miftî ya bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê li darxist. Civîn bi deqeyekê rêzgirtin dest pêkir. Civîn ji aliyê Rêvebera Kongreyê Star Leyla Yaşar ve hat rêvebirin. Leyla diyar kir ku cih girtina jinan di Lijneya Tenduristiyê de girînge û wiha got, "Ji ber jin di qada Tipê de, ji demeke dirêje ku heye lê hebûna wê nayê dîtin. Niha jî divê jin vê zanebûn û tevlîbûna xwe ya veşartî an jî ya ku jinedîtî ve dihat, derxîne holê." Leyla bang li jinan jî kir ku tevlî perwerdeyên tendûrustiyê bibin û di warê alîkariya sereke de bibin xwedî tecrûbe.

Di dawiya civînê de 4 kes wek endamê Lijneyê û seroka Lijneyê Leyla Yûsuf hate hilbijartin û civîn bi dawî bû.

(ee/lç/rc)