Binevş zekem û şobê ji holê radike

09:01

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama lêkolînan de derketiya holê ku binevş ji bo xeniqok, bronşît, kuxuk, êşên qirik û dranan bandorek baş û erênî dike.

Binevş di dest pêka biharê de di binê darên şilî, li nav hej, pej û li ber dîwaran, li rexên av û mêrgan xwe bixwe hêşîn tê. Belgên wê kesk in û rexên wê xetxet in. Hinek wek dil, hinek wek gûrçik û hinek jî dişibin serê riman. Ji ber ku binevş nebatek bê navteng e, belgên wê û kulîlkên wê di reha mader de sererast derdikevin. Rehên wê di bin axê de wek ta dirêj dibin û li wir komek binevşan dadimezrînin. Kulîlkên wê gelek bêhnxweş û rengên wê binevşî , soremor, û peyazî ne. Di dinê de 400 cûreyên wê hene. Hinek ji wan bê bêhn in û li welatên Ewropa ji bo xweşikahî di baxçan de tên çandin. Li Kurdistanê bi qasî 15- 20 cûreyên wê hene.

Welatê binevşê Mezopotamya, Qafqas, Balqan û welatên Derya Spî ne. Dîroka wê baş nayê zanîn. Lê ji ber ku kulîlkek biharê ya bêhnxweş e, dibe ku dîroka wê xwe bigehîne demên berî mirovahiyê jî. Lê di medenîyetên di wan welatên lê şîn tê de, jibo derman hatîye xebitandin. Di mehên Nîsan û Gulanê de kulîlk û belgên wê, di payîzê de jî rehên wê tên berhevkrin û di sîberê de tên hişkkirin. Paşê di nava tûran an jî firaxek cam de devgirtî tên parastin.

Kêrhatî:

1- Belxemê tavê û çêdike.
2- Sîngê nerm dike û xwêhdanê dide.
3- Jibo êşên ji bawîbûnê tên baş dike.
4- Xuran dibire “ xasma jibo zarokên berşîr ku di serên wan de tuvil (çerm) radibe.
5- Destava zirav zêde dike, nexweşîyên rêyên destavê dikewîne û paqij dike.
6- Hemû awayên kul û pirzikên çerm “ yên şil û zuha “ dikewîne.
7- Xwînê paqij dike.
8- Zekem û şobê ji holê radike.
9- Ji serêşên ji xwînê û sefrayê tên re dibe alîkar.
10- Jibo xeniqok, bronşît, kuxuk, êşên qirik û dranan bandorek baş û erênî dike.

(rc)