Ji bo komînên jinan semînera tenduristiyê hat dayîn

11:28

JINHA

EFRÎN-Weqfa Jina Azad bi Desteya Tendûrustiyê re hevbeş ji bo komînên jinan ên taxa Eşrefiyê di derbarê tendûrustî û nexweşiyên ku jin rastî tên de, semînerek organîze kir.

Di semîner li Taxa Eşrefiyê endamên komînên jinan û jinên taxê beşdar bûn. Bijîşkê Tehlîlê Neşet Zîbar û Bijîşkê Jînekolog Xelîl Şêx Hesen, Endama Desteya Tendûrustiyê Serhildan Mihemed semîner birêve birin. Di serî de bijîşk Xelîl Şêx Hesen di derbarê pêşketinên biyolojîk yê jinan de axivî û qala demên menepozê jinan jî kir. Bijîşk Xelîl eşkere kir hin zarokên keç di temenê zûtir de regl dibin û divê ev asayî were dîtin. Lê ger di temenê 18 salî de hîna regl nebibin ev îşareta xeteriyê ye û divê biçin gel bijîşk. Xelîl wiha dewam kir, "Pêwîste jin hertim xwe ji sermayê û qirêjiyê biparêze. Ev her du nexweşiyê çêdikin. Wek din divê jin dîqeta pençeşêra sing jî bikin."

Di dawiyê de jî Bijîşk Xelîl nexweşiya Pençeşêra rehmê û xeteriyên wê da nasîn û got "Pêwîst dike jin xwe ji îltîhabê biparêzin."

Jinan jî nêrîn û pirsên xwe ji bijîşkan pirsîn. Piştî semînerê jin ji kontrola tibî derbas bûn.

(fr/hs/rc)