Ji bo tenduristiya diranan semîner ji jinan re hat dayîn

16:12

JINHA

EFRÎN- Bi pêşengiya Desteya Jinê û piştevaniya Desteya Kaûrbarên Civakî û Desteya Tendûrustiyê ya Kantona Efrînê, semînerek ji bo jinan hat dayîn. Di semînerê de nexweşiya diran û rêya parastinê wê hate vegotin.

Li Kantona Efrînê bi armanca hişyarkirina jinan di warê tenduristiya diranan de semîner hat dayîn. Semînera ku bi pêşengiya Desteya Jinê û bi piştevaniya Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Tendûristiyê hatî dayîn rastî eleqeyek mezin hat. Semîner li Taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê bi beşdarbûna dehan jin pêk hat. Semîner ji aliyê Rêvebera Desteya Tendûrustiyê Wefa Elî ve hat dayîn. Wefa di serî de qala armanca semînerê kir û wiha got, "Di hemû temenan de dibe ku mirov bi êşa diran bikeve. Sedema vê jî neşuştin û paqijnekirina diranan e. Xwarin û şêranî ku şekir tê de heye jî zirarê dide diranan. Beriya ku hûn pê bihesin bi xirabûna diranê xwe, divê hûn serdana bijîşkê diranan bikin û diranên xwe bidin kontrolkirin. Dibe di dest pêkê de diran tenê biêşe, lê ger derman neyê kirin bi xwe re diranên din jî xirab dike."

Wefa ji jinan xwest ku haya wan ji diranên wan û yên zarokên wan hebe. Wefa bi bîr xist ku firçe bi tenê ji %50 bakteriyan paqij dike û wiha pêde çû, "Pêwîste piştî ku diranê xwe bi firçe şuştin jî, bi ta û dermanan jî diranê xwe paqij bikin."

Semîner bi gotûbêjên jinan bi dawî bû.

Hate hînbûn ku bi hevkariya Desteyên navborî bi heman armancê li komîn û navçeyên Efrînê jî semîner hatin lidarxistin û jin di derbarê pirgirêkên tendûrustiyê agahdar kirin.

(fr/hs/rc)