Tûspî û tûreşk

09:12

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Ligorî lêkolînvanên tendûristiyê tê gotin ku, heke mirov belga tûya şîrîn, belga tirî, belga hejîra reş, bi ava baranê bikelîne û porê xwe xe, wê porê mirov reş be. Her wiha tûspî û tûreşk ji bo gelek nexweşiyan dibe derman.

Her çiqas lêkolîn li ser tûspî û tûreşkê kêm hatibin kirin jî ji dîrokê heya roja îro gelek hekîm wek dermanên bi bandor bikar anîne. Tû darek fêqîyan ji binemala tûyan e. Di bingehî de du awayên wê hene, tûspî û tûreşk. Ferqa navbera wan a mezin rengê tû û mezinahîya darên wan e. Dara tûspîyê 10- 30 mitro û ya tûreşk ê 4-7 mitroyan bilind dibe. Belgên tûyan wek dilan e û kesk in. Alîyê derva biriqok ê navê mat e. Di nîveka belga wê de rehek ji serî heta binî heye, ew reh di herdû alîyên belgê de şaxan vedide. Serê çimên belgan hinekî tûj û rexên wan xetxet in. Li ser welatê tûyê dîtinên cuda hene. Lê ya ku piranîya pispor li ser li hev dikin; welatê tûspîyê Çîn û yê tûreşkêjî Îran û Kurdistan e. Dîroka tûreşkê baş nayê zanîn. Lê ji alîyê medenîyetên kevnar ên Îran, Mezopotamya û Misrê ve jibo dermanên serma û edavgirtin, rêyên xwarinê, jibo boyax û şerabê dihat xebitandin. Lêkolînvanên tenduristiyê dibêjin, "Heke belga tûya xan di devde bê cûtin, wê êşa diranan bibore.

Sûdên tûspî û tûreşk

1- Derketina destavê hêsan dike.
2- Arêşe û edavên qirik, alok, dev û semagirtinê hiltîne.
3- Çerm bihêz dike, êşên bawîbûnê dibire.
4- Antîoksîdanek bi hêz e.
5- Pêşîya penceşêrê digire.
6- Peçivînên bedenê winda dike.
7- Kolestrola baş bilind dike, ya xirab dadixe.
8- Xwînê çêdike, bedenê bihêz dike.
9- Agir dadixe, mêlakê (kezeb-cergê reş) bihêz dike.
10- Jibo tekûzxebitîna rûvik û aşikê (mexde) dibe alîkar.
11- Qebizê radike, heke zêde bê xwarin îshalê çêdike.

Belgên tûyê Antîbakterîel e.

1- Belxemê tavêje.
2- Xwehdanê dide.
3- Şekirê xwînê dadixe.

Qaşîlên (tûvil ) dara tûyê:

1- Aramîyê dide.
2- Zixt (tansîon) dadixe.
3 - Belxamê tavêje
4- Muhsîlê çêdike (nermker e).
5- Kurmên nava rûvikan tavêje

(rc)