Bacanê sor-şamik-firengî depoya tenduristiyê ye

09:07

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Bacanê Sor- şamik ango firengî ên ku em nava rojê de dixwin, sûdê wê li gorî encamên lêkolînê ên derketine holê çine em hînbibin.

Bacanên sor hêşînhatek ji malbata bacanên reş (obergîn ) tê hesibandin. Navtenga wê bi tîrane radibe, paşê gelek çiq jê diçin. Bejna wê heta sê mitroyan jî bilind dibe. Navteng û tayên çiqan bi sitirî ye. Lê stirîyên wê nerm in, rengê çiq û navtengê kesk in. Belgên wê keskên xet-xetî û yên mezin teriqîne. Rûyê belgên wê yên derve keskê biriqok,yê hindur mat in û bêhnek gelek xweş jê tê. Kulîlkên wê zer in, dema ew kulîlk diweşîn li cihê wan dikakek (zerzewat - fêqî) çêdibe. Ji wê fêqîyê re bacanên sor tê gotin. Ew fêqî berê kesk, pêre zer, dawîyê jî sor dibe.

Di nava dikakê de dindik (sîsik-tov-bizir ) hene. Ew tov tê hilanîn. Berê di nav qutîkan de tê çandin. Li wir dibe şitil, paşê ew şitil di nava zevî û baxçan de tê çandin. Çawa hinek cûreyên kulîlkan bi şev vedibin, bacan jî dikakek şevger e. Gelek cûreyên wê hene. Wek bacanên sor-spî- zer û naha jî yên reş û binefşî (mor) peyda bûne. Bacan bi gelemperî jibo xwarinê û nav seletan tê çandin û nirxa wê ya di tibbê de gelek bilind e.

Welatê bacanên sor Meksîka, Perû û Bolîvya ye. Berê li çolê yên zer hatin dîtin. Dîroka wê baş nayê zanîn, lê 1000 sal e ku li Meksîka, Bolîvya û Perûyê çandinîya wê tê kirin û ji bo xwarin, selete û derman tê xebitandin.
Piştî kefşkirina Amerîkayê, ji alîyê Kirîstof Kolomb ve bi gemîyan Ewropîyan anîne welatên xwe. Îtalyanîyan ji ber rengê wê yê zer bacan wek " sêva zêrîn bi nav dikirin." Îngilîzan heta sala 1900'an wek "sêva eşqê " bi nav dikirin. Bacanên sor ji alîyê Ewropîyan ve ber bi deverên din çûye. Îngilizan bi xwe re birine Hîndistanê.


Ji Hindistanê derbasî Îran, Mezopotamya jêrîn, Misrê û Kurdistana başûr bûye. Lê li Kudistana bakûr (derveyî Colemêrg û Botan) ji alîyê Firansizan ve di dema şerê cîhanê yê yekemîn de hatîye Sûrîyê û Ruhayê. Lewre beşek Kurd jêre dibêjin firengî (Fransizî) û beşek jî jê re dibên şamik ( tiştê ji bajarê Şamê), Dîroka wê baş nayê zanîn, lê 1000 sal in li Meksîka û Perûyê çandinîya wê tê kirin û ji bo xwarin, selete û dermanan tê
xebitandin.

Dema bacan sor bûn tên berhevkirin. Tên xişkirin, ava wê tê givaştin û di qetremîzan de tê hilanîn, an jî tê kelandin û dibe doşav (dims –salçe- ava bacanan). Wisa devgirtî tê hilanîn. Di firingî de Kalsîyum, Fosfor, Potansîyum, Lîkopen Îzcopîn, Lîfên gidayî, Flavonît, antî Vîral, Beta karotin, Fornesal, Asîta Pîpecolic, asîta Arabîk, 23 cûreyên antîoksîdan, 25 cûreyên antî bakterîel, Vîtamîn A, B1, B2, C, K. hene.

1-Destavê diqulipîne ( îdrarê davêje).
2- Madeyên jehrî yên di bedenê de civîyayî davêje der û xwînê zelal dike.
3- Hişkbûna rehan (damaran) hiltîne.
4- Ji bo bawîbûn û nexweşîya nîkrist ê bi fayde ye.
5- Ji bo xistina kevirên nava sefrayê (zirav) û gurçik dibe harîkar.
6- Hezmê hêsan dike.
7- Qebizbunê ji holê radike, xebitîna rûvik û aşikê çêtir dike.
8- Peyazîtîyê (penbe) dide çermê bedenê û çerm nû (taze) dike.
9 - Ji bawesîrê re zehf baş e.
10- Bedenê li hember penceşêhrê diparêze.
11- Qûnêran digehîne û ji jêketina qusîyan ( nasir) re dibe harîkar.
12- Jibo pêvedana (gezkirin) mozan û sotinîyan ( şewatan) bi fayde ye.
13- Çêkira xwînê serûber dike, kolestirolê dadixe.
14- Pêşîya çêbûna warîsan digire, li hember bakterî û vîrosan şer dike û li hember depresyonê jî bandorek baş heye.

(rc)