Beybûn ji bo tendûrîstiyê gelek baş e…

13:07

Zeynep Akin/JINHA

ÊLIH - Nebata beybûnê ku di demsala biharê re şin dibe bi xweşîbûn û rengê xwe xwezayê dixemîlîne di heman demê de ji bo tendûristiya mirovan re jî baş e.

Bi hatina dimsala biharê re nebatên tendûrîstî jî xwe didin xwuyakirin û welatî ji wan sûdê digirin. Yek jî nabatên tendûrîst û xweşîk jî beybûn e. Beybûn bi reng û bêhna xwe xweşbûnêk be dawî dide xwezayê û mirovan mest dike. Mozên hingîvê jî herî zêde kulîlkên beybûnê tercih dikin û wê hingiva xweş bi beybûnê didi afirandin. Li nav zevî, erd, qerexê çêm û xakên Êlihê beybûn bi rengê xwe di xemilînê. Her wiha beybûn ligel xweşûkbûna xwe ji bo tendûrîstiya mirovan jî gelek baş e û welatî jê sûdê digirin. Beybûn xwedî teybêtiyêk aramiyê. Bi gorî lêkolînên li ser beybûnê hatine kirin de beybûn ji bo nexweşiyên wek xerabûna xewê, sermagirtin, adetê jinan , ser êş û hwd re jî gelek baş e. Beybûn herî zêde ji aliyê janan vê gelek tê tercih kirin û jin ji bo tendûrîstiyê ji beybûyê sûdê digirin. Sevda Altun ku li Êlihê etartiyê dike di derbarê beybûnê got ku beybûn ji bo gelek nexweşiyan baş e.

Bikêr hatina beybûnê

Sevda bikêr hatina nebata beybûnê vegot û diyar kir ku ji bo her çi qas beybûn ji bo xwezayê baş be ew qas jî ji bo tendûrîstiya mirovan jî baş e û wiha axivî: "Beybûn ji bo nexweşiyên wek ba, hilweşana çermê mirovan, bêîştahî, mîdê,qelsî û ji sînîrê re gelek baş e. Her wiha ji bo nexweşiyên dîran û adetê re jî yek bi yek e. Dayîkên ku zarokên xwe dimîjînin jî ji bo şîrê gelek baş e."

'Beybûn di maha gulanê tên komkirin'

Sevda da zanin ku beybûn bi taybetî ji bo êş û jana renl ku jin her meh dikişinin gelek baş e û wiha got: "Dema jin regl bûn bila her du rojên pêşî du qedeh ava beybûnê vexwun dê baş bibin û jana wan raweste." Sevda destnîşan kir ku beybûn herî zêde di maha gûlanê de baş in divê mirov beybûna di maha gûlanê de biçine. Sevda ji bo bi tendûrîstî beybûn bên çinan din jî ev tewsiyê kir: "Dem ku beybûn kom bikin divê tenê serê wê bê çinan din."

(dt/ho)