Hêşînahiya mûcîze Lobiya

09:10

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Lobiya yê ku bijîşk û lêkolînvan wek şînahiyek mûcîzewî bi nav dikin, ji gelek derdan re dibe derman.

Lobîya nifşê hêşînhatek ji malbata baqilan e. Bejna wê bi 50-200 cm bilind dibe, çiq û şaxan dide. Belgên wê kesk û sêpelên hêkanî ye. Kulîlkên wê spî, zerin an jî binevşî ne. Dikaka wê wek baqilan e û di nava qaşîlê wê de 1- 5 libên bizr ên wek lobîyan hene û gurover in. Rengê bizirê wê qiremî, zer, qahweyî û spî ne. Nifşê ku ji rojavaye Asyaye belavi tevahiya cîhanê bûye, ji ber protayina hundirê xwe bi qalite u bilind e, ji bo zarokan u mezinan şifaye belav dike. Lêkolînvan û bijîşkê lebatan lobiya wek hêşînatiyek mûcîze bi nav dikin. Welatê nifşê lobiya Çîn û Kore ye. 5000 sal in li wan wilatan tê çandin, ji bo Tib ê û gelek cûreyên xwarinan, xurekek serekeye. Di sedsala 13. de hatiye Ewropa. Di sala 1806'an de çûye Amerîka, di demên şerê cîhanê yê yêkemin de hatiye Tirkîyê û dest bi çandinîya wê hatiye kirin

Sûdê Lobiye çiye?

Lobiya yê ku di nava xwe de rûn, Proteîn, Şekir, Gûd, Magnezyûm, Karbonhîdrat, Fosfor, Naîcîn, Potasyûm, Kalsîyûm, Hesin, Nişaste, cureyên Amînoasît, Omega 3. vîtamîn A, B1, B2, E, K, P dihewîne ji bo gelek nexweşiyên mirov şîfayê tîne.

1-Ji bo qontrolkirina kîloyan dibe alîkar.
2- Zeximbûn û hêzbûna bedenê pêk tîne.
3- Jibo nexweşên şekir bi fayde ye.
4- Hêzbûna jîyan, rehan û adaleyan pêk tîne.
5- Jibo westîyan (betilîn) a mejî bi fayde ye.
6- Hezmê hêsan dike, qebizbûnê ji holê radike.
7- Sîstema xweragirînê bihêz dike.
8- Kolestrolê dadixe, şekirê xwînê li hev radigire (eyar dike).
9- Dil û rehan ji nexweşîyan diparêze.
10 Kêmbûna “Semptomên menopoz “ sererast dike.
11 -Rîska ketina penceşêhrê, prostat, rehîm, pistan (memik) û stuh dadixe asta herî kêm.
12- Pêşîya weşîna por digire.
13- Nexweşîyên gurçikan tedawî dike û hwd. Lê jibo kesên ku guatir bi wan re heye divê neyê bi kar anîn.

(rc)