Bamî xwînê paqij dike

09:07

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek nebatên ku nava rojê em dixwin lê sûdê wê nizanin hene. Yek ji wan bamî ye. Li gorî lêkolînan bamî ji bo gelek nexweşiyên mirov dibe dermanên xwezayî.

Bamî nebatek ji malbata baqilan tê hesibandin. Bi gelemperî ji bo xurekê tê çandin. Gellek cûreyên wê hene, lê di bingehîn de du cûre ne. Yên kesk û yên reş. Navtenga yên kesk di welatên hênik de 70-90 cm û di welatên germ de jî bejna wê digehije 2 mitroyan. Rehên wê xwe berdidin kûrahîya axê. Belgên wê dişibin ên mêwan û kesk in. Kulîlka wê spî, nava wê sor, di nava wê soratîyê de navikek spî û di nava navikê de tozdankên wê hene. Welatê bamîyên kesk Meksîka û Perû ye. Ji wir Awropîyan anîne welatê xwe û dest bi çandinîya wê kirine. Awropîyan jî bi xwe re birine welatên ji xwe re kolonîkirî û ji wan deveran jî belavî deverên din bûye. Dîroka wê baş nayê zanîn, lê wusan xuya dike ku ji alîyê xelkên xwecihên Perû û Meksîka ve wek xurek xebitandina wê ne kêmî 1000 salan e. Di bamî de Musîlaj, Hesin, Magnêzyûm, Lîf, Vîtamîn A, B1, B2, C heye.

Sûdên bamî yê

1-Bandora xwe jibo tekûz û rêkûpêkkirina sîstema givirandinê heye.
2- Tekûz xebitîna aşik (mexde) û rûvikan pêk tîne.
3- Xwînê paqij dike.
4- Îdrarê (mîzê) diqulipîne.
5- Bêhalîyê ji holê radike.
6- Sîngê rehet û nerm dike.
7- Ji astim û bêhntengîyê re pir bi sûde.
8-Qûnêran (kwînêr- bîrov) digehîne û der dike.
9- Qebizbûnê ji holê radike.

(rc)