Jinên Şengalê: PDK nahêle ji bo me xwerin û derman bê

09:02

Arjîn Azadî/JINHA

ŞENGAL - Ji ber nebûna derman li çiyayê Şengalê nexweşî zêdebûne. Jinên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li çiyayê Şengalê bicîhbûne diyar kirin ku Asayişa PDK'ê nahêle ji bo wan derman û xwarin biçe.

Êzidiyên ku pişti fermanê li gel hemû zor û zehmetiyan jî li ber xwe dane û di çiyayê Şengalê de parastina xwe kirine niha jî ji aliyê PDK'ê ve rastî astengiyan tên. Asayişa PDK'ê zexîre, derman û ti pêdiviyên jiyanê derbazi çiyayê Şengalê bibe. Ji ber wê jî li çiyayê Şengalê nexweşî zêdebûne. Tenduristvana Nexweşxaneya Ş. Zinar Xîtam Hesen di derbarê zoriyên ku di aliyê dermanan de dikêşin de axivî.

Xîtma destnîşan kir ku her diçe nexweşî zêde dibin, ji bo pêşî lêgirtina nexweşiyan jî dermanên wan nîne û wiha domand; "Em pir kêfxweşin em xizmeta miletê xwe dikin û ji bo tenduristiya gel çi ji dêstê me bê emê bikin. Ev jî karekî mirovahiye em dikin. Li vêderê nexweşî pir zêdene, yên herî zêde jî nexweşiyên weke tîfo ye. Ev nexweşî ji qirêjiyê çêdibê. Em deng li her kesên ku dengê me dibihîse dikin ku alikariyên dermanan ji mere bikin. Niha nexweşî pir zêdene û dermanên em kêmin. Asayişa heremê nahêle derman derbasi gel me bibe. Havin ji tê û nexweşi wê zêde bibin. Divê ji niha de em tedbirên dermanan bigrin. Ne tenê derman nahêlin tiştên xwarinê jî bên. Ji ber ku dibin sedema welatiyên li vêderê dijîn tengasiyan bikêşin ez wan şermezar dikim. Ji ber xwarin pir nîne ji bo wê nexweşî zêde dibin û li hember nexweşiyan jî nikarin li ber xwe bidin. Divê hikumeta herêmê dest ji van polîtîkayan berdin."

Dayika bi navê Meles Dexîl jî diyar kir ku Asayişa PDK'ê nahêle xwarin û derman ji bo wan bê û wiha berdewam kir"Divê ji me re dermanên baş were, ji ber ku rewşa miletê me yê vir pır cuda ye. Çar zarokên min hene, ez nikarim xwarinek ji wan re çêbikim jiber êşa pişta xwe. Nexweşiya min inzîlake. Ev du salin ez wisa me. Ez asayişa PDK'ê şermezar dikim jiber nahêlin derman ji mere bê. Em gelek sipasiya bijîşkên nexweşxaneya Şehit Zinar dikin, heya karin alikariya me dikin, lê derman nîne. Tişta ku ji destê wan tê dikin. Divê ev tengezariya li ser me tê meşandin were rakirin."

(zt)