Sûdê rûn ji bo laşê mirov

09:00

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîna pisporên tendûristiyê lêdana rûnê li binê piyan dermanê gelek derd û êşên laşê mirove. Ew bawer in ku lêdanana rûnên wekî rûnê zeytûnan, beyîfa tehl, rûnê reşreşkê û rûnê kuncî dibe sedem gelek derd û êşên bedena mirov derman bibin.

Li gorî lêkolînvan û pisporên tendûristiyê hat zanîn ku lêdana rûn binê piyan ji bo gelek nexweşiyan dibe derman. Tê gotin ku divê mirov şevekê ne yekê, berî razanê, yek ji van rûnan li binê piyê xwe bide û kêmekê piyên xwe miz de yan masajê bide û hema wisa rakeve. Ew rûn ji postê mirov derbas dibe û diçe bin postê mirov û eger ev kar berdewam be rûn gera xwe li bin post berdewam dike û belavî her derê bedenê dibe. Eger kesek vî karî bike piştî demek din êşên wî/ê ên mîna piştêş, hin qismên serêşê, êşa madê bi rihetî derman dibin. Lêdana rûnê li binê piyan her wisa dibe sedem ku hişkatiya bedenê mirovan kêm be û nêm û ava bedenê bi taybet ava binê postê mirovan zêde bibe.

Pisporan dan zanîn ku, hin caran sedema nexweşiyan kêmbûna nêma bedenê ye. Lêdan rûnê li binê piyan her wisa pirsgirêkên mîna: çilmisîna postê mirov, sipîbûna mû, valabûna hestiyan û berxweketin wekî nexweşiyekî derûnî çareser dike. Dilê mirovan baştir dixebitîne û mejî bi hêztir dibe û her wiha qaweta bedena însan jî zêde dibe. Lêdana rûnê li binê piyan bo rûvî û gorçikê mirovan jî bi sûde.

(rc)