Şaredariya Îpekyolu ji bo zarokan perwerda tenduristiya dev û diran da

15:55

JINHA

WAN - Bi pêşangiya Miduryeta Karê Tenduristiyê a Şaredariya Îpekyoluyê li tax û gundên girêdayî navçeyê, li dibistanan perwerda ji bo tenduristiya dev û diranan ji zarokan re hat dayîn.

Perwerdehiya tenduristiya dev û diranan ji bo zarokên tax û gundên giredayî navçeyên Wanê re hat dayin. Ji aliyê Miduryeta Karê Tenduristiyê ya Şaredariya Îpekyoluyê, Miduryêta Boneya Gel û Komîsyona Tenduristiyê ya Malbatan li taxa Dibekli û gundê Wanê Agzikar, Yatiksiz û Ilikkaynak, ji bo zarokan perwerda tenduristiya diranan hat destpêkirin. Hevşaredara Îpekyoluyê Nermîn Unat û Endamê Meclîsê Halis Çakir jî tevlî perwerdê bûn. Di perwerdê de ji zarokan re agahiyên tenduristiya diranan û bifirçêkirinê çiqas diran na rizin hat dayin. Ji bo firçekirina diranan ji zaroka re bibe hînbûnek.

Piştî perwerdê ji zarokan re firçên diranan, sabûna destan, broşurên paqijiya destan û pênûsdankên veguhastinê diyarî zarokan kirin.

(dt/zt)