Nifşê zîroyên ku ji bo gelek nexweşî dibe derman tune dibe

08:39

JINHA

WAN - Ji serdemên kevin mirov zîro ji bo dermankirina nexweşiyên romatîzma, fitiqên piştê û qansêran bikartanîn. Zîroyên ku di nava xwezayê de nifşê wan ber bi tinebûnê ve diçe li tesîsleran ji gel re tên firotin. Yilmaz Seyhan yê ku li Wanê zîro difroşe destnîşan kir ku zîro ji bo gelek nexweşî dermane.

Kirmê zîro ji serdemên kevin ve gel wek tedewiyek xwezayî bikar tîne. Zîroyên ku di nava heriyê û hevsengiya xwezayî de dijîn divê bên parastin. Zîroyên ku li kêleka golan an jî nava şînahiyan de bijîn, nikarin cihê zuha hebûna xwe bidin jiyandin. Ji ber bandora antioksîta zêde di tip de zîro xwedî cihek girînge û ji bo gelek nexweşî dibe derman. Zîro ji bo nexweşiyên dil, pirzik, egzama, mîgren, tansyo, lekeyên şewatê, nexweşiyên çermî û hwd. jî ji bo gelek nexweşî dibe derman.

'Nifşê zîroyan ber bi tinebûnê ve diçin'

Yilmaz Seyhan yê ku li Wanê 30'î sale zîroyan difroşe diyar kir ku zîro li gorî demsalên cuda derdikeve. Yilmaz got, "Nifşê zîroyan ber bi tinebûnê ve diçe. Ji ber vê em ji cihên xwezayî nikarin peyda bikin. Em tenê ji tesîsan dikarin bistînin. Zîroyên ku em nava mehek û nîvde distîni di heman demê de difroşin. Havînê em dikarin ji 50'î heb zîro bifroşin, lê biharê tenê herî zêde dikarin 20 heb bifroşin."

'Nifşên nû sûdê zîroyan ji bo mirovan zêde nizanin'

Yilmaz da zanîn ku li Tirkiyê zîro herî zêde ji bo dermankirina fitiqên piştê tê bikar anîn û wiha pêde çû, "Li Stenbol, Bedlîs û Semsûrê tesîsê zîroya heye. Em ji van tesîsan zîro distînin û difroşin. Gelek kesên ku xwe ameliyet kirine encam negirtine û her wiha ji ber nexweşiyên cuda serî li tedewiya zîroya didin û sûdê jê digrin. Nfşên nû sûdê zîroya ji bo mirovan zêde nizanin. Dayîk û pîrê me dizanin û bikartînin, ew çi dermane û bi sûde baş dizanin."

(rc)