Saleke li Nexweşxaneya Dewleta Tatosê Pisporê Zayîna ya Jinan tuneye

09:07

JINHA

ERZIROM - Nêzî saleke li Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Tatosê a Erziromê bûyereke sosret tê jiyîn. Navçeya Tatosa ku rêjeya zayînê bilinde li nexweşxaneya dewletê de bijîşka jinan û zarokan tuneye.

Nêzî saleke ji ber nebûna bijîşkê jin û zarokan a nexweşxaneya dewleta Tatosê nexweş sewqî Erzirom ango bajarên din tê kirin. Welatiya bi navê Nezahat Hîşman dayika 4 zarokane ku li gundê Çevîrmeyan a girêdayê navçeya Tatosê dimîne diyar kir ku ji ber vê rewşê gelek aciz in û dixwazin ev mexdûriyeta wan demildest bê çareserkirin.

'Saleke pisporê zayînê ya jinan tuneye'

Nezahat da zanîn ku li Nexweşxaneya Dewleta Tatosê de pisporê zayînê tuneye û wiha got: "Gelek nexweşiyên me çê dibin lê em nikarin muayene bin. Ji ber ku em nikarin her tim derkevin derve, ji ber vê yekê nexweşiyên me gelek didomin. Hewceye ku em biçin Erziromê. Rêyên me gelek xirabin û wesayîta me jî tune ye. Tenê dema em bên Erziromê em dikarin muayene bin. Pêwîstî bi girtina encama tehlîlan dibe an jî hewce dibe ku em tehlîlan bikin lê em nikarin bikin û vedigerin gundê xwe. Encama tehlîlan jî nikarin bigirin û ew jî li nexweşxaneyê dimînin. Ger li navçeya me bijîşka zayînê hebûya wî demê em ê bi rehetî muayene û tedavî bûbûyana. Saleke pisporê zayîna ya jinan tuneye. Gelek jin ji vê rewşê nerazîne."

'Hevjîna birê min heta nexweşxanê êşê kişand'

Nezahat bilêv kir ku jinên ku ji bo zayînê têne nexweşxaneya navçeyê ji ber tunebûna bijîşkan sewqî ciheke din têne kirin. Nezahat têkildarê vê mijarê de mînakek da û wiha domand: "Hevjîna birayê min ku li gundê İşiklarê dimîne demekî nêz de zarokek wê çê bû. Em çûn du saetan êşê kişand. Piştî ku me ambulans peyda kir, me şand nexweşxaneya navçeya Xinisê ya Elezîzê. Navbera Tatos û Xinisê du saet didome. Halbukî rêya navbera gund û Tatosê nîv saet e. Lê ji ber nebûna pispora zayîna em neçar man ku biçin. Hemû jin ji ber vê rewşê eciz in."

'Bijîşka zarokan jî tuneye'

Nezahat dest nîşan kir ku jinan ji ber nebûna bijîkan û nebûyîna tedewiyan hewal dibînin û wiha berdewam kir: "Tu kes tedewiyeke baş nabîne. Ji ber tunebûna pisporê zayînê nikarin xwe ji aliyê hewal mayînê biparêzin. Jina ku naxwaze xwedî zarok be jî hewal dimîne. Hin kes ya zarokên wan ji ber wan diçe yan jî dema anînê de dimirin. Her wiha nêzî saleke bijîşka zarokan jî tuneye. Zarok jî tedawiyeke baş nabînin. Em dixwazin demildest pirgirêkên me yên bijîşkan bêne çareserkirin.

Me jî xwest têkildarê vê mijarê de bi rayadarê Nexweşxaneya Dewletê ya Tatosê agahiyan bigirin lê daxwaza me ji aliyê erkdaran ve hate astengirin.

(ea/rc)