'Rê bidin em amedene xizmeta pêwîst bikin'

12:53

Zeynep Akin/JINHA

ÊLIH - Endama Şaxa SES'ê ya Êlihê Nuriye Yurtsever diyar kir ku ew ji jiyana mirovên ku li navçeyên qedexe lê hatî îlan kirin bi gumanin û anî ziman ku ew dixwazin xizmetên tenduristî bidin mirovên li navçê û got, "Rê bidin em amedene xizmeta pêwîst yê tenduristiyê bidin."

Endama Şaxa SES'ê ya Êlihê Nuriye Yurtsever polîtîkayên şer yê AKP'ê nirxand û diyar kir ku di serî de li Cizîr, Sur, Nisêbîn û Silopî û her wiha tevahî navçeyên Bakûrê Kurdistanê leşkeran avahî veguherandine bargehên leşkerî. Nuriye destnîşan kir ku ji ber vê yekê welatî berê xwe nadin wan avahiyan û kedkarên tenduristiyê nikarin xizmeta tenduristiyê pêk bînin û wiha got, "Navenda Tenduristî a Anadolu li Surê xizmeta 40 hezar mirov dikir veguherandin bargehêk leşkerî. Ev yek li pêşiya gelek xizmetên tenduristiyê girt û astengî çêkir."

'Em ji jiyana mirovan bi gumanin'

Nuriye anî ziman ku ew hewldidin jiyanê xweştir bikin û wiha pêde çû, "Em ji jiyana mirovên di bin dorpêçê de ne bi gumanin. Her roj agahiyên mirina mirovan tê guhê me. Em hêvî dikin bi dawî be, ji bo vê yekê wek kedkarên tenduristî dê hewldanên me hebin. Tenê daxwaza me aramî û vekirina rê ye. Bila destûrê bidin xebatkarên tenduristiyê ku xwe bighînin mirovan. Ji bo vê divê rê bên vekirin, dorpêç bê şikandin."

'Pêvajoya heyî hêvî nade'

Nuriye bilêvkir ku pêvajo hêvî nade û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em hêvî dikin agahiyê mirinek din negirin. Mixabin pêvajoya heyî hêvî nade, berûvajî hêvî ji holê radike. Lê belê tenê em xwedî nirxê baweriyê ne û em ê xwedî lê derên."

(rc)