Jinên Xelfetiyê bi semînera tenduristiyê hatin cem hev

14:51

JINHA

RIHA - Muduryeta Polîtîqayên Jinan a Şaredariya Xelfetiyê li taxan û navçeyan dayîna semînerên tenduristiyê ji bo jinan berdewam dikin.

Semînerên tenduristiyê a Muduryeta Polîtaqayên Jinan a Şaredariya Xelfetiyê li navçe û taxan berdewam dikin. Berî vega li taxên Gogana Jêrin, Vahna, Derto û li Karaotlak semînerên tenduristiyê hatin dayîn. Ev semîner jî wê li taxên girêdayî navenda Rihayê Siltag û Helbenî berdewam bikin. Di semînera jinan a tenduristiyê de perwede wek nexweşiyên menopoz, andropoz û osteoporoz ( Halandina hestiyan) agahî hat dayin.

Di semînera Taxa Siltagê de jinan eleqeyek mezin nîşanî perwerda tendurstiyê dan. Navenda Tenduristiyê ya Giştî ya Xelfetiyê nexweşiyên wek menopoz, osteoporoz û andropoz ji jinan re vegotin. Di semînerê de jinan di derbarê nexweşiyên xwe de agahî girtin û çareseriya nexweşiyan dîtin. Di semînerê de jin di derbarê nexweşiyên xwe de bûxwedî agahî.

Di semînere de bi şeklê pirsa û bersiva semîner berdewam kirin.

(dt/zt)