‘Em ê xizmeta tendûristiyê li taxan û kolanan bigihîjîni gel’

12:14

JINHA

AMED – Kedkarên tendûristiyê ku li dijî dorpêçkirina Sûrê 51 rojan nobed girtin, dan zanîn ku dê êdî zêdetir bi aktîf bibin û gotin ku dê xizmetên tendîrsityê li taxan û kolanan bigihîjînin gel.

Kedkarên tendûrsitiyê ku li dijî dorpêç û êrîşên li ser Sûr û Kurdistanê bi şîara “Li diji reş spî, li dijî mirê jiyan, li dijî şer aştî” li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 51 rojan nobedê girtin, diyar kirin ku armanca wan ew bû ku bi awayekî dildarî xizmeta tendûristiyê bidin birîndaran. Tendûristvan dan zanîn ku dê ji vir û şûn ve ji bo tendûristiya xizmetê bidin cihên wekî Sûr, Cizîr û Silopiyê dê zêdetir di nava çalakiyê de bin.

‘Em e li qadan xizmeta tendûristiyê bidin gel’

Sekreketa Meclisa Jinên SES’ê Fatma Yildizhan da xuyakirin ku di rewşa ku şer heye de mirov nikare aştiyê bi lêv bike û wiha got: “Îro di şêrzemînan de mirov bi şewitandinê tên qetilkirin. Cenazeyê jinekî tê teşîrkirin. Di rewşa wiha de ku ewqas tişt pêk tê êdî daxwaza aştiyê ya pasîf wateya xwe winda kiriye, ji ber wê jî me çalakiya xwe bi dawî kir. Em ê êdî ji vir û şûn ve li qadan û kolanan bin. Em ê êdî bi bandorek zêdetir li qadan bin. Em ê xizmeta tendûristiyê bidin hemû gelê xwe. Em ê bigihîjin malbatên ku ji Sûrê derketine û xizmeta tendûristiyê bidin wan. Li taxan, malan, kolana û bi taybetî jî ji bo malbatên Sûrê em ê çalakiyek tendîrstiyê ya nû pêk bînin. Ji bo xizmeta tendûristiyê bidin gel planek me ya wiha heye.”

Ji kedkaran Bêrîvan Kurd jî anî ziman ku dê êdî ji vir û şûn ve çalakiyên wan wekî nobedê rûniştinê pêk neyê û da zanîn ku ew piştgiriyê ji tendûrisvanên din jî hêvî dikin û ev tişt got: “Xizmeta tendûristiyê mafeke lê mixabin em vê xizmetê nadin û sûcê tendûristiyê dikin. Dê êdî ji vir û şûn ve çalakiya me wekî rûniştinê neb, em ê derkevin kolan, taxa û çalakiyên tendûristiyê li dar bixin. Em li vê derê bi taybetî bang li tendûristvanan û gel dikin piştgiriyê bidin me.”

‘Em ê biçin gel wan’

Bêrîvan diyar kir ku ew dixwazin xizmeta tendûristiyê bidin malbatên ku ji Sûrê derdikevin û wiha bi dawî kir: “Ji ber dorpêçkirinê em nikarin alîkariyê bidin gelê ku di bin dorpêçe de ye. Li gel ku ewqas sûcê şer tê kirin bi rojan cenaze li taxan li erdê dimîn û em nikarin wan cenazeyan bigirin. Ne ku ew divê em biçin gel wan. Ji ber wê ji wekî komîteya tendûristiyê me biryarek wiha girt. Hinek nexweş hene ku nikarin bên nexweşxaneyê. Em ê bi taybetî jî biçin malên wan û xizmeta tendûristiyê bidin wan.”

(go)