Semînera tendûrustiyê ji bo malbatên Şehîdan

15:42

JINHA

HESEKÊ - Ji bo pêşî li nexweşiyên jinan were girtin û zanebûna tendûrustiyê bilind bibe ji aliyê bijîşkê pispor ve semînerek ji malbatên şehîdan re hate dayîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê ji aliyê bijîşkê pispor Sîpan Necar ve ji endamên saziyê û malbatên şehîdan re semînerek di derbarê nexweşiyên jinê û rêyên pêşîgirtina nexweşiyan hate dayîn. Di semînerê de bal hate kişandin li ser nexweşiyên wek îltîhap û penceşêrê û ji jinan hate xwestin ku bi zanebûn tendûrustiya xwe biparêzin. Her wiha hate gotin ku divê jin herî kêm salê du caran biçin ba bijîşk û qontrola xwe bikin ji bo nexweşiyên wek qansera rehim neyên û tedbîr bistînin.

Di dawiya de semîner bi pirs û bersiv bi dawî bû.

(ee/en/rc)