Li Wanê 10 hezar kes bi naxweşiya Çolyakê ketine

09:13

JINHA

WAN - Li Wanê heya niha 10 hezar kes bi nexweşiya Çolyakê ketine. Bijîşk Mehmet Fatîh Ozbay di derbarê Çolyakê de agahî da û diyar kir ku nexweşiya Çolyakê ji ber Gluteînê çê dibe.

Li herema Serhedê nexweşiya ku herî zêde derdikeve pêşberî mirovan nexweşiya Çolyakê ye. Li gorî lêkolina Xwenderakên Zaningeha Yuzuncu Yilê ya Wanê tenê li bajarê Wanê heya niha 10 hezar kes ji ber gazinca nexweşiya Çolyakê serî li nexweşxaneyan dane. Bijişk Mehmet Fatîh Ozbay a ku di beşa Dahiliyê dinêre di derbarê nexweşiya Çolyakê de axivî û da zanîn ku gelek welatî ji ber gazincên Çolyakê serî li wan didin.

'Çolyak ji ber Gluteînê çêdibe'

Mehmet sedema nexweşiya Çolyakê wiha anî ziman: "Nexweşiya çolyakê ji ber kemahiya 'Gluteîn'a laşê mirovan de derdikeve holê. Ji ber laş bertekan nîşanî proteînan didin ev nexweşî çêdibe, Proteîna Gluteînê, di nav çeh, xenîm, çawder û şerabokê de peyda dibe. Nexweşiya Çolyakê jî di nav van xwarînan zêde ye. Ev nexweşiyî herî zêde di roviyên zirav mirovan de xwe dide nîşandan.Di demên nexweşiyê de rojiyên zirav stur dibin û xwarina ku tê xwarin nayê zûheltin."

'Dermankirina vê nexweşiyê tune ye'

Mehmet di derbarê vexuyaniya nexweşiya Çolyakê de jî ev tişt got: "Dema ku zîkêşê mirovan girt, xweydan, îshal, qelsbûn, bêxwînî, felç, wermandin û dema hestiyên mirovan êşiyan û bêmecelî man ev xuyaniyên nexweşiya çolyakê ye. Dermanê vê nexweşiyê hêj nehatiyê dîtin û bi dermanekî taybet tune. Em tenê nexweşên ku tên cem me re pêşniyarî dikin ku bila ji xwarinên ji genîm çêdibin dur dibekivin û nexwin. Kesên ku bivê nexweşiyê dikevin tenê dikarin bi ar'a bê gluterînê bixwin. Her wiha nexweşiya çolyakê ji bo jinên ducanî ji gelek xetereye. Ji ber ku çolyak dibe sedema nezabûna zarokan."

'Ev nexweşi genetîke'

Mehmet di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku nexweşiya çolyakê bigelperî ji ber genetîkê derdikeve holê û wiha pê de çû: "Ev nexweşî genetîk e. Piranî ji dayîk digihe zarok, lê gelek caran di nav xwînê de jî çêdibe. Mehmet pêşnîşariya xwarin û xwarinên tendurîstiyê pêl bi pêl wiha rêz kir: "Kesên ku ji bo xwe ji nexweşiya çolyakê rizgar bikin divê di serî de ji aliyê xwarinê de gelek baldar bin. Em wek bijişkan dikarin çend xwerin pêşniyar bikin. Kesên ku bi nexweşiya çolyakê girtin divê xwe ji xwarinên ji genîm çêdibin dur bixin. Kesên ku bi nexweşiya çolyakê ne dikarin pirinç, arê şamîka bixwen."

(hk-db/ho)