Kedkarên tenduristiyê: Tirkiye ne li gorî hevpeyîmana mafê mirovan tevdigere

10:00

JINHA

STENBOL - Kedkarên tenduristiyê yên ku li hember êrîşên ser gelê kurd berdewam dikin li hemberî şer aştiyê û li hember mirinê jiyanê diparêzin bertek nîşanî helwesta dewletê ya nexweşxane ji bo leşkeran veberandine qerargehên leşkerî ji bo wê ne welatî dikarin bên tedawîkirin û ne jî kedkarên tenduristiyê dikarin karê xwebikin dan. Tenduristvanan diyar kirin ku Tirkiye ne li gorî hevpeyîmana mafê mirovan tevdigere.

Ji ber konsepta şerê li Bakurê Kurdistanê hatî despêkirin, bi dorpêç û êrîşan berdewam dike, ji bo wê jî welatî nagihin mafê xwe yê tenduristiyê. Li deverên rêvberiya cewherî lê hatine îlankirin, nexweşxane bûne qerartehên leşkeran, dema ku tenduristvan dixwazin birîndaran derman bikin jî rastî êrîşê tên. Herî dawî li Cizîrê dema ku Aziz Yural xwest jinek birîndar dermanbike ji aliyê tîmên taybet ve hat gulebarankirin û jiyana xwe jidest da. Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanî bûyerê dan û li ber Şaredariya Bajarê Mezinê Amedê bi diruşma "Li hember mirinê jiyan û li hember reş berxwedana spî" dest bi çalakiyê kirine. Tenduristvanên li Stenbolê jî bertek nîşanî vegerandina nexwşxaneyan a qerargehên leşkerî û hedef girtina kedkarên tenduristiyê dan.

'Li gorî hevpeyîmanê nexweşxane nakevin bin dorpêçê'

Ji Şaxa SES'ê ya Şişliyê Ozlem Duyan da zanîn ku dibin dorpêç û êrîşên li Bakurê Kurdistanê berdewam dike de mafê jiyanê yê welatiyan ji destê wan tê girtin û wiha domand: "Nexweşxaneyên Cizîr û Silopiya vegerandine qerargehan. Polîs abolans û tenduristvanan weke siper dixebitînin. Li gorî hevpeyîmana navnetewiya Tirkiyê îmza avêtî binî ti nexweşxane nakevin bin dorpêçê. Lê dema ku em dibînin Tirkiye li gorî vê hevpeyîmanê naçe. Heta tiştên di şerên gelek giran de neyên jiyankirin niha li Kurdistanê tên jiyankirin. Tiştên tên jiyankirin beşek mezin ê civakê li hember ker dimîne. Tiştên tên kirin bi navê xendekan weke yên dinê lêdinêrin. Divê li hember tiştên tên jiyan kirin kes bê deng nemîne û qêrîna bilind dibe bibihîsin."

'Em natirsin emê xebatên tenduristiyê berdewam bikin'

Ji kedkarên tenduristiyê Pinar Kara jî mirovên dixwazin xwe bi xwe rêve bibin bi qêrînek azadiyê despêkirine û wiha axivî: "Faşizim ji ber şertên xwe desturê nade tiştek wiha. Di xwaze bi qetilkirina jin, zarok, pîr, kal û ciwanan çavê hemû kesên rabûne vê serhilsanê bitirsîne. Me dît li gel hemû êrîş û qetilkirinên dewletê jî ev qêrîna azadiyê ya hatî despêkirin çawan mezin dibe. Divê kedkarên tenduristiyê biçin Kurdistanê û birîndaran derman bikin. Bi qetilkirina hevalê me Aziz dewletê peyama; 'Ger hun li gel kurdan cîh bigirin, hun bijîşkbin, zarok bin çî bin emê we qetilbikin' da. Lê em natirsin û emê hîna li kolanan dengê xwe bilind bikin."

'Divê jin di refên pêşî de cîh bigirin'

Pinar bilêv kir ku gelê kurd ji bo azadiya xwe daketine kolanan û nîşanî her kesê dan ku azadî çawan tê bidestxistin û wiha pêde çu: "Divê ev rast ji bo mirovan bê vegotin. Divê em bibînin ku Kurdistan û Tirkiye bi hev re tekoşînê dikin. Divê em qêrîna li wê bilind dibe bigihînin Tirkiyê jî. Dewlet ser gelê kurd, jin û zarokan tindiyê dike. Divê em jin hîn zêdetir di refên pêş de cîh bigirin, ji ber ku di pêşde cîh girtina jinan zêdetir faşîzmê nerihet dike. Li Rojava rêya azadiya jinan dîtin. Jin êdî di şerê pêşengî kirinê denin."

'Em li hemberî şer aştiyê li hember mirinê jiyanê diparêzin'

Hemşîre û Sekretera Şaxa Jinan a SES'a Anadoluyê Gamze Karaoglan jî di derbarê tiştên tên jiyan din de wiha axivî: "Hevalê me Aziz hedef girtin û qetilkirin. Li herêmê hevalên me tayîbetî jî xebatkarên sendîkayan di hedefê denin. Dema em çun herêmê me dît morgan mezin dikin, ev jî nîşaneyên zêdebûna qirkirinane. Polîsan nexwestin em biçin herêmê. Em weke kedkarên tenduristiyê li hemberî şer aştiyê, li hember mirinê jiyanê diparêzin. Em dixwazin mirovan bidin jiyandin. Em dixwazin demek ji ya dinê zutir pêvajoya muzakereyan bê despêkirin.

(zt)