Perwerdeya başkirina derûniyê bi dawî bû

16:12

JINHA

HESEKÊ - Dewreya perwerdê ya ku li Navenda Şehît Amara hatibû despêkirin bi dawî bû.

Ji ber hewira şer bandorek mezin li ser civakê pêk tê. Li bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê bi armanca başkirina derûniya gel dewreyek ya perwerdê li Navenda Şehît Amara dan despêkirin. Dewreya ku mehek berdewam kir, li ser waneyên derûnî perwerde dîtin. Dewreya ku bi pêşengiya jinan hatî despêkirin mehek berdewam kir. Navend îro dewreya perwerdê bi beşdariya Rêveberên Desteya Jin û Navenda Amara merastîmek yê dawîkirinê li dar xistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgrtinê destpêkir, piştre mamosteya derûnî Jînda Ehmed dawîkirina perwerdê li hemû endaman pîroz kir û got ku ev perwerde gaveke giring bû. Jina bi navê Fatima Hemdî ya ku perwerde bi dawîkiribû wiha axivî:"Em di rewşek zehmet de jiyan dikin, ji ber ku em di şoreşê de ne û di rewşên awerte de jiyan dikin êdî derûniya her kesî zehmet û xiradibe. Ez êdî niha dizanim ku çawa derûniya xwe li derdora xwe xweş û vehesînim."

Merasîma bi dawîkirinê bi temaşekirina sînevîyon û belavkirina bawernamê bi dawî bû.

(gb-ee/rc)