Welatiyên Wanê ji Nexweşhaneya Dewletê bi gazincin

09:02

JINHA

WAN - Nexweşxaneye Dewletê ya Zarokan ku li navçeya Rêya Armuşê welatî ji ber kêmahiyan gelek bi gazincin û xwestin ku bila demîldest nexweşxaneyak nû û bê çêkirin.

Li Tirkiyê û Kurdistanê di beşa tenduristiyê de skandal bê sînor in. Nexweşxaneya SSK'ê ya Dewletê ya li navçeya Rêya Armûsa Wanê jî minakek ji wan e. Li Nexweşxaneya Zarokan a ku bi salan e ji bo xizmeta gel hatiyê vekirin ji ber kêmasiyên tendurîstî, bijîşk û paqişjiyê gelek bi gazincin. Tişta herî giring û balkêşî di Nexweşxaneya Dewletê de hêjmara bijîşka pir kêm e û zarok bi derengî tên derman kirin. Zarokên ku derengî tên derman kirin jî, ji pençeya nexweşiyê dernakevin û rewşa wan xiraptir dibe.

Jina bi navê H.B (33) a ku 8 zarokên wê hene diyar kir ku ji ber kêmahiyên nexweşxaneya naxwazin cardin bên nexweşxaneyê û gazincên xwe wiha kir: "Ez bi malbata xwe re bi salan e ku li taxa bostanîçîyê dijîm û ji bo nexweşiyên zarokên xwe têm heya vir. Lê mixabin ku li vir em rastî nêzîkatiyên gelek nebaş tên. Em ji bo zarokên xwe ji nexweşiyê derman bikin seat di 06: 00'an de ji mal dertên û heya êvarê ji bo zarokên xwe di rêzê de dimînin û gelek caran jî dor nayê me û em pişt re cardin tên."

'Çima zarokên me jî wek yên tirkan zû nayên derman kirin'

H.B ê ji nexweşxaneya Dewletê gelek gazinçan kir û wiha pê de çû: "Li vê nexweşexaneyê bijîşk gelek kêm in. Zarokên me zû nayên derman kirin li vir cih runîştinê jî tune ye ku heya em diçin li ser pîyên xwe disekinin. Em meraq dikin gelo çima zarokên ku li Rojavaya Tirkiyê zu bi zu tên dermankirin û bi tendûristiya zarokan re gelek eleqedar dibin û yên me nabin. Çima zarokên me jî wek yên tirkan zû nayên derman kirin. Ji ber ku em kurdin mafê tendûristiyê jî nadin me û naxwazin em baş bin."

'Nexwşxane ne paqijin'

Jina bi navê M.A (32) jî got ku mala wan ji nexweşxanê gelek dure û dema ku ew heya tên nexweşxaneyê gelek zor û zehmetiyan dikişin û ev tişt anî ziman: "Em di serê sibê de tên vir û ji bo dora xwe bi seatan di rêza de dimînin. Piştî ku em dor distînin jî bi seatan li benda bijîşk disekinin. Zarokên ku nexweşin di dorê de nexweştir dibin. Bajarê Wanê gelek mezin e. Lê çima nexweşxaneyek mezin û baş ji bo gel çênakin. Ji ba zarokên me di nexweşiyan de baş bibe tên vir lê ev car zarokên me ji ber kêmahiyan dê bimirin."

Welatiyan daxwez kir ku bi demildestî ji bo wan li bajarê Wanê nexweşxaneyek baş çêkin û ji vê pirgirêkê re çareseriyek bibînin.

(hk-db/ho-rc)