Tenduristvan Raife Camci: Şerek bê hiquq û rêgez dimeşînin

10:03

Tekoşin Tekin/JINHA

AMED - Nûnera Şaxa SES'a Amedê Raife Camci diyar kir ku li deverên qedexeya derketina kolanan lê didin îlankirin sivîlan qetildikin, nahêlin birîndaran bigihînin nexweşxanê, dema ku bi alaya sipî jî birîndaran dibin nexweşxanê gulebaran dikin û nexweşxane dibin dorpêçê dene. Raife da zanîn ku dewlet ser kurdan şerek bê hiquq û rêgez dide meşandin.

Li Bakurê Kurdistanê êrîşên ser rêveberiyên cewherî her diçe êşên nû dide jiyankirin. Ji zarokên 35 rojî heya welatiyên 80 salî her roj li ber çavê hemû cîhanê her roj qirkirin tên jiyankirin. Di van êrîşan de gelek sucên şer tên kirin. Ji deverên dibin qedexeyê de gelek nûçeyên bi sernavên; depoyên avê gulebarankirin, mal topbarankirin, welatî bê xwarin hêlan, destur nedayîna birîndaran bibin nexweşxanê, bi alaya sipî birîndarbirina nexweşxanê jî gulebarankirin, bi rojan cenazeyê mirovên qetildikin li erdê hêlan tên.

Bi alaya sipî jî ew gulebaran kirin…

Li Cizîrê di 26'ê kanûnê de dema ku li Ramazan Înce yê 80 salî xwest neviya xwe Miray a 3 mehî bi alaya sipî bibe nexweşxanê ji aliyê sekvanan ve li ber abolansê hat gulebaran kirin û qetilkirin. Dema ku Ramazan Înce birin Nexweşxana Dewletê ya Balcali ya Edeneyê ber bi serê sibê ve jiyana xwe jidest da. Tayîbet Înan a 57 salî li Silopiya hat qetilkirin û hefteyek cenazê wê li erdê ma. Dema ku di 14'ê kanûnê de li Kerboranê zarokê bi navê M. A ji aliyê sekvanan ve hat gulebaran kirin, jina bi navê Sacide Gezginci li hewarê çu ew jî gulebaran kirin. Dema ku li Fakulteya Tibê ya Nexweşxana Zanîngeha Dîcleyê Sacide girtin bin emelyatê milê wê jêkirin. Di vê rewşê de mînakên wiha her diçe zêde dibe...

Gelo wateya alaya sipî çiye?

Di demên dawiyê de birîndaran êdî bi alaya sipî digihînin nexweşxanê. Lê mixabin ên alaya sipî jî radikin dibin hedef û tên gulebaran kirin. Wêdemê alaya sipî çiye? Di navnetewî de alaya sipî tê wateya 'bêçalakî' an go 'teslimyetê'. Di vê rewşê de yên alaya sipî rakin nayên gulebarankirin. Lê mixabin dema ku rewş Kurdistan be tiştek li ber çavan nayê girtin. Li Kurdistanê ne yên alaya sipî radikin dibin ewlehiyê denin, ne jî tenduristvanên li hewara birîndaran diçin.

'Kedkarên tenduristiyê jî di hedefa êrîşan denin'

Nûnera Şaxa SES'a Amedê Raife Camci girêdayî mijarê wiha axivî: "Êrîşî ser tenduristvanan jî dikin. Lê ji ber ku tenduristvanan sonda Hipokrat xwarine, ji bo ku wê peyîwira xwe bînin cîh dixebitin. Peyîwira me bi yeksanî nêzî hemû welatiyan bûyîn û xebata tenduristiyê kirine. Di demên şer de divê xebatên tenduristiyê neyên asteng kirin û welaltî jî ji mafê xwe yê tenduristiyê neyên bêparkirin."

'Ser nexweşxaneyan de digirin '

Raife destnîşan kir ku ew weke tenduristvan dixwazin têkevin deverên rêveberiya cewherî lê hatine îlankirin û wiha domand: "Em dixwazin xebata tenduristiyê bikin, lê hêzên dewletê nahêlin em têkevin nava deverên rêveberiya cewherî lê hatiye îlan kirin. Em dizanin ku li deverên qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin, xebatên tenduristiyê nayên kirin. Li Tirkiyê ser nexweşxanan de digirin û nexweşxanan digirin bin dorpêçê. Wêdemê dest nedana me xebatkarên tenduristiyê li ku dimîne. Yan jî emê xebatên tenduristiyê çawan bikin. Li devera ewlehiya canê me neyî em nikarin xebatên tenduristiyê bikin. Li herêmê ewlehiya canê ti tenduristvanan nîne."

'Me xizmeta tenduristiyê bi alayên sipî tenê li Tirkiyê dît'

Raife bilêv kir ku tenê xizmeta tenduristiyê ya bi alayên sipî li Tirkiyê heye û wiha berdewam kir: "Em li Tirkiyê hatin rewşa bi alayên sipî xizmeta tenduristiyê bikin. Lê ti alayên sipî jî desturê nadin xizmeta tenduristiyê. Nexweş, birîndar û cenaze bi hefteyan li erdê dimînin, heya em nikarin cenazeyan jî rakin. Şer jî hinek rêgez û hiquqên xwe hene. Niha şerek bê rêgez tê meşandin. Em tneduristvan ji vê re dibêjin bese û helwestek sipî nîşan didin. Ji bo ku ji tarîtiyê derkevin roniyê em helwestek sipî nîşan didin."

(zt)