Li Îzmîrê kedkarên tenduristiyê kar terk kirin

14:13

JINHA

ÎZMÎR - Şaxa SES'ê, Odeya Bijîşkan a Tabîplerê personelên di nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya îzmîrê di xebitîn ji bo mafê ked û pirsgirêkên li nexweşxaneyan tên jiyandin bê çareser kirin dest bi grêv kirin û dest ji kar berdan.

Kedkarên tendûristiyê yên Sendîkaya Şaxa SES'ê û Odeya Bijîşên Tabîplerê ya Îzmîrê ên ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ji bo balê bikişînin ser pirsgirekên nexweşxaneyê û binpêkîrina mafê keda xwe rojek dest ji kar berdan û ketin grevê. Kedkarên tendûristiyê li ber avahiya ji bo sedema dest berdana kar daxuyanî dan çapemeniyê. Li cihê çalakiyê pankarta li ser "Em ji bo mafê keda xwe dest ji kar berdidin" û "Heya ewletiya kar û pirsgirek neyê çareser kirin em dest bi kar nakin" nîvisî hat daliqandin. Li ser navê hempîşeyên xwe Çagri Dursun daxuyanî xwend û bal kişand li ser zêdahiyên kar û got ku ji bo jiyanek bê pirsgirêk divê di aliyê tendûristiyê de perwerdehiyek bingehîn bê standin.

Çagri da zanîn ku mafê keda wan tê binpêkirin û keda destê xwe nastînin. Çagri daxwaz kir ku bila mafê destê wan bigihê du qatî û ev tişt anî ziman: 'Heya ku rewşa me di vê halê de be em ê daxwaza mafên xwe bikin û dest bi kar nakin û em ê çalakiya xwe berdewam bikin." Çaglar di dawiyê de daxwaza kedkarên tendûrîstiyê wiha rêz kir: "Bila pereya hemû kedkaran bi aweyek rêk û pêk bên dayîn û bê razandin. Pereyên ku tên razandin li hemû kedkaran bê belav kirin û seatên betaliyê bê saz kirin."

(ho/rc)