Li Mêrdînê semînera pençeşêra pêsîran

13:00

JINHA

MÊRDÎN - Semînera pênçeşêra pêsîrê ya ku ji aliyê Şaredariya Artûkliyê û Komeleya Şewremendiya Pembe Hanimlarê bi hev parî ev hefteyeke dihate dayîn bi dawî bû.

Semînera pênçeşêra pêsîra ya ku ji aliyê Şaredariya Artûkliyê û Komeleya Şewremendiya Pembe Hanimlarê bi hev parî ev hefteyek e ji bo jinan li dar xistin bi dawî bû. Semînera ku bi dirûşmeya "Em ê bi hev re pençeşerê derbas bikin" di 23'ê Mijdarê de li navçe û taxên Artukliyê hat li dar xistin ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin hat. Di semînera ku her roj 2/3 caran li taxan hat li dar xistin de pençeşera pêsîrê ji jinan re hat vegotin. Semîner heya dawîyê di bin çavderiya Endema Koordînasyona Komeleya Pambe Hanimlarê Seda Kansû û Dr. Denîz Oner de hat dayîn. Piştî dawiya semînerê belavokên danasîna pençeşêra pêsîrê hat belavkirin.

(ho/rc)