Ji bo hêsankirina helandinê mijmijiyan bixwin

09:12

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Pispor diyar dikin ku xwarina mijmijiyan û vexwarina ava mijmijiyan mîneral û vîtamînên di navê dene sîstema heldandinê hêsan dike. Pispor didin zanîn ku ji bo başbûna sîstema helandinê her roj pêdivî bi berdeqek ava mijmijiyan vexwarinê heye.

Ji ber xwarinên li gorî demsalan tên guhertin di sîstema helandinê ya mirovan de qebzbûnê çêdike. Pispor destnîşan dikin ku ji bo hêsankirina sîstema helandinê her roj pêdivî bi vexwarina berdaqek ava mijmijiyan heye. Seroka Beşa Beslenme û Diyetê yê Fakulteya Zanistên Tenduristiyê yê Zanîngeha Nuh Naci Yazganê Prof. Dr. Neriman Înanç bilêv kir ku bi guherîna demsalê û xwarinên demsalê re di sîstema helandinê de qebzbûnê çêdike.

'Her roj divê berdeqek ava mijmijiyan bê vexwarin'

Neriman anî ziman ku ji bo hêsankirina sîstema helandinê pêdivî bi zêde tiştên ron vexwarinê heye û got: "Guherînên demsalî û xwarinên bêduzen sîstema helandinê dide zorê. Ev zorbûn jî dibe sedema pirsgirêkan. Yek ji wan jî qebizbûne. Mijmij yek ji fêkiyên hem bi xwarina xwe û hem jî bi vexarina ava xwe sîstema helandinê hêsan dike ye. Ji bo derbasbûna qebizbûnê her roj pêdivî bi vexwarina berdaqek ava mijmijan heye. Berdaqek ava mijmijan di aliyê vîtamîna A de jî nîvê pêdiviyên rojê tîne cîh. Li gel vîtamîna A vîtamîna C jî dide û hêzê dide sîstema helandinê."

(zt)