'Bila dewlet dest ji hişmendiya weke miştêriyan li nexweşan nêrînê berde'

09:50

Oyku Dilara Keskin/ JINHA

STENBOL - Bulay Dogan diyar kir ku ew di derbarê polîtîkayên dewletê ser dermanan de tez amade dike û got: "Dewlet bi şirketên dermaman re rudine. Divê polîtîkaya xwe ya nêrîna li dermanan bidin guhertin. Divê dewlet dest ji hişmendiya xwe ya nexweş weke muşteriyan dîtinê berde."

Li Tirkiyê yek ji herêmên herî zêde mafê welatiyan ê bingehîne lê di vê hermê de pirsgirêk tên jiyîn herêma tenduristiye. Li gel ku girtina dermanan mafek herî miroviye jî lê sektorên dermanan li gel dewletê bi hev re dixebitin û weke muşeteriyan li nexweşdan dinêrin. Mewzîna Zanistên Civaki ya Zanîngeha Galatasarayê û Xwendekara Lisansa Bilind a Zanîngeha Bogaziçiyê Bulay Dogan teza xwe ser li Tirkiyê polîtîkaya dermanan, têkiliyên sektorên dermanan bi dewletê re nivîsiye.

'Mafê her kesê yê tenduristiyê heye'

Bulay wiha berdewam kir: "Ez di waneyekê de di polîtîkaya ekonomiyê de mulkiyeta fikrî çawaye hîn bûm. Mijara tenduristiyê jî giringe. Di kîjan kategotiyên civakî de dibe bila bibe mafê mirovanê tenduristiyê heye. Min biriyar da ku li ser aliyê siyasiyê ekonomiyê bigirim dest û tez amade bikim. Min bi rehetî li gel ezaneciyan hevdîtin kir, ji ber ew kesîma mexdurin. Lê dema ku min li gel yên dinê hevdîtin kir, ez rastî bertekan hatim. Li hemberî pirsên min hema diketin nava parastina xwe."

'Tirkiye xwe di sektorên dermanan de pêş de nebiriye'

Bulay bilêv kir ku Tirkiye di aliyê sektorên dermanan de pêş neketiye û wiha domand: "Tirkiye di aliyê sektorên dermanan de xwe pêş nexistiye. Bi navê başkirina polîtîkaya dermanan dewlet dibêje, 'Ez daçunê didim, ji bo wê jî sektor neçare bi gotinên min bike.' Ev jî di nava dewletê û dermanan de nerazîbûnê çêdike. Me mînakên vê di dermanên penceşêrê de dît. Di nava dewletê û şirketên dermanan de hevpeyîman heye, ser vê girtiye û bi awayê muşteriyan li nexweşan dinêrin."

'Tirkiye weke mijara bazarê li welatiyên xwe dinêre'

Bulay polîtîkayên dermanan ji sala 1994-2011'an bibîrxist û wiha got: "Mulkiyeta Fikri di sala 1994'an de kete rojevê û weke hevpeyîmanekê hat kirin. Di wê demê de patent kete dewrê. Dema ku buhayê dermanekê 2 lîra be bi qasî 20 salan bi buhayê 200 lîreyan didin û ev wiha maye. Ev weke dermanê penceşêrê dermanan bandor dike. Dema ku derman bi buhayê wan neyê firotin, dikeve mijara tekelbûnê. Tirkiye li gorî butçeya xwe li dermanan jî dinêre. Li cihê parastina welatiyên xwe, wan weke mijara bazarê dibînin. Bila êdî dewlet dest ji hişmendiya nexweşan weke muşterî dîtinê berde."

(zt)