Sîdara ku di temenê biçûk de baliqbûyî tê derman kirin

09:07

JINHA

EFRÎN - Sîdar Hemdan di 5 saliyê xwede baliq dibe lê ji ber şert û mercê şer malbat nekarîn di heman demê de bibin nexweşxanê û derman bikin. Dayîka Sîdar Meryem Hemdan bi piştevaniya hewirdor keça xwe saleke tedewî dike û diyar kir ku rewşa Sîdar niha başe.

Meryem Alî Hemdan a ku li bajarê Efrînê a Rojava dijî, ji ber keça wê di temenek biçûk de baliq bûye demên zehmet derbas dike. Sîdar hîna di du saliyê xwede mezin dibe û ev rewiş di tipê de kêm tê dîtin. Pisporan dan zanîn ku baliqbûn di keçande 7 û mêran de jî daketiye 9 saliyê û ji ber ku malbat di demê wê de ferq nakin rewşa tenduristiyê giran dibe. Meryem di ferqa vê rewşê de ye lê belê ji ber rewşa aborî dest nedida nedikarî zarokê xwe derman bike. Meryem her çiqas di warê aboriyê de zehmetî kişandibe jî cardin saleke keça xwe derman dike û diyar kir ku niha rewşa Sîdar baştir bûye.

Ji ber mercên şer nekarî zarokê xwe derman bike

Meryem anî ziman ku ew berê li bajarê Halepê dijiya lê ji ber aloziya siyasî û leşkerî neçar mane koçî Kantona Efrînê bikin û wiha got: "Hevjînê min her sibê ji bo bixebite diçe Qada Azadiyê lê gelek car dest vala tê malê. Ez jî li dirûnxanê dixebitim bi vî aweyî em debara xwe dikin. Ji ber rewşa şer û koçberiyê me demên zehmet borand. Ji ber vê di demê wê de min nekarî keça xwe derman bikim. Ev salek tedewiya wê despêkiriye lê ji bo ku baş bibe gelek pere pêwîst dike. Dermanê ku bikartîne gelek buhane. Me serî li cihên ku bibin alîkar da û bi sayê wan em niha keça xwe derman dikin."

Tedewiya Sîdar piştî du sal despêkir

Meryem wiha behsa dema baliqbûna keça xwe kir: "Dema ku min guhertin pêre dîtin gelek tirsiyam. Ez ditirsiyam ku keça xwe wenda bikim. Her wiha min wate nedida guhertina wê ji ber vê bê çare mabûm. Niha bijîşkek jin Sîdar derman dike. Bejna wê niha dirêj dibe û guhertinên erînî ez pêre dibînim. Ji ber piştevaniyê herkes sipas dikim."

(re/rc)