Gulhesil dermanê her derdiye

11:20

JINHA

AMED - Bi taybetî gîhaya Gulhesil (Cîvanperçemî,Kandîl çîçegî) ji nexweşînên jina re pir başe.

Gîhaya Gulhesil (Cîvanperçemî,Kandîl çîçegî) bi taybetî jî nexweşîna jinan ê her meh dibînin ji êşa adetê re û ji gelek êş û nexweşîna re başe. Gîhaya Gulhesir gera xwînê sere rast dike. Ev gîha bi navê 'Beyaz cîvanperçemî, sari cîvanperçemî û kandîl çîçegî' tê zanîn. Gihaya Gulhesil ji bo nexweşîna tê bikar anîn û pelê vê bi pirçe. Tê zanîn ku dema tav li gihaya Gulhesil dixe behneka tûj belav dike û ji gihayê çay tê çêkirin. Deme dane nîvro gîhaya gulhesil were çandin feyda gîhayê zêdetir dibe.

Gulhesil heya zuha bibe di bin tavê de tê seknandin

Piştî gîhaya gulhesil tê çandin bi roja dibin tavê de tê seknandin ku ji bo ziwa bibe. Piştî gîha ziwa dibe dikarin bi her awayî bikar bînin. Kesên dixwazin çayê gihayê çekin di be ku 20 gram gihayê têxin nava lîtrekî avê û 15 deqeyî dema xwe bigre.

Tê zanîn ku gîhaya gulhesil ji birîna re jî gelek baş tê. Ji bo vê jî 100 gram tevlî pêlê wê têxin nava ava cemidî û heya rojekî din di nava avêde were seknandin. Paşî ava cemidî li nav ava kelandî bikin û cihê ku birîn bûye bixin nava avê û 15 deqeyan di nav avê de were seknandin. Gîhaya Gulhesil ji gelek nexweşînên jina re başe û tê bikar anîn. Yek ji wan jî nexweşîna menepozê ye.

(ha/rc)