Sal 2015: Ji kêmbûna gelheyê binkeya tenduristiyê nîne

10:03

Fîlîz Zeyrek/JINHA

ÊLIH - Li gundê Reşiyê a navçeya Eskîfa Êlihê bi hinceta ku gelheyê kême binkeya tenduristiyê nîne. Niştecihên gund jî diyar kirin ku ji ber zivistanê nexweşî zêde dibin û riyê ku diçe nexweşxanê gelek xirab dibe. Niştecihên gund anîn ziman ku divê berî ku ji nexweşê mirov jiyana xwe ji dest bidin ev pirsgirêk bê çareser kirin.

Ji ber polîtîkayê bi zorê welatî dayîna koçberkirin û bişavtinê ya li ser erdîngeriya Kurdistanê welatî rastî zehmetiyên jiyanê tên. Li gundê Reşiyê a navçeya Eskîfa Êlihê li hember polîtîkayê çewsandinê a dewletê berxwedana gel berdewam dike. Bi taybet dewlet bi neçêkirina binkeya tenduristiyê, riyên gund û zamê ku ji bo avê pêk tîne gel her dem muhtacê xwe dihêle. Niştecihên gund rûxmî ku gelek car ji bo çêkirina binkeya tenduristiyê serî li Qaymaqamê dane jî bi hinceta ku gelheyê gund têra nake binkeya tenduristiyê çênakin.

'Di demsala zivistanê de tirsa nexweşî dibe kabûsên me'

Ji niştecihê gund Naîme Yalçin (40) got, "Em ditirsin zarokên me ji ber nexweşiyê di riyê nexweşxanê de bimrin" û bertek nîşanî neçêkirina binkeya tenduristiyê da. Neîma wiha got: "Ez ji zaroktiya xwe li vî gundî dijîm, li vir zewicîm û 5 zarokên min çêbûn. Ji bo ku zarokên min nexweş nekevin tiştê ji destê min tê ez dikim, ji ber heya niha binkeya tenduristiyê li gund çênebûye. Dema zarokên me nexweş dikevin em nizanin çawa bikin."

'Riyê gund di quntarê çiyê de çêkirine'

Naîme da zanîn ku nexweşxaneyê navçê nîv saetek ji gund dûre û wiha domkir: "Di rewşên ku divê bi lezgînî tevbigerin de dereng dimînin. Dema em ambûlansê dixwazin gelek car dereng tên, ji xwe piştî ku şer despêkir ji tirsa xwe nayên. Dema em bertek nîşanî wan jî didin dibêjin ku rê bi tehlûkeye em nikarin bên." Naîme anî ziman ku di zivistanê de ev rewş pirsgirêkên cidî tîne holê û wiha pêde çû: "Riyên gund di rewşên asayî de jî bi tehlûkeye, lê zivistanê gelek xirap dibe û em neçar dibin bi peya rêve herin. Dikarîbûn rêyê gund di cihên cuda de vekin lê çûne di quntarê çiyê de çêkirine."

Naîme bi lêvkir ku ji bo kesên pîr û zarok ji ber nexweşiyê nemirin divê bi aweyek lezgîn binkeya tenduristiyê çêkin û got: "Zivistan nêz dibe, bila jinên du canî li ser pişta kerê zayînê nekin. bila zarok û pîrên me di rêde nemirin. Divê bi aweyek lezgîn li gund binkeya tenduristiyê çêkin."

'Jinên ku zayîn dikin di pença mirinê de ne'

Şerîfe Yalçin a (40) salî jî got divê binkeya tenduristiyê bê çêkirin û wiha domkir: "Jinên ku zayîn dikin li vir di nava pençê mirinê de dimînin. Ez jî ditirsim rastî heman rewşê bêm." Şerîfe qala xezûrê xwe kir û wiha pêde çû: "Xezûrê min ji ber riyê nexweşxanê gelek bandor bû. Piştî me wî gihand nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Em rojên bi zehmet diborînin. Mafê me binkeya tenduristiyê divê çêkin. Bila kes berdêl ji ber vê riyê nedin. Ên ku vir dijîn çi gunehê wan heye? Gelheyê gund nêzî 400 kese. Dibêjin ji bo binkeya tenduristiyê çêkin divê 600 gelhe hebe. Wê demê ez pirsdikim berî tundiyê li vî gelî bikin û bi hezaran welatî ji gund bidin koçkirin çima binkeya tenduristiyê tune bû? Em tiştek zêde naxwazin tenê bijîşkek ji bo tendûristiyê xwe em dixwazin."

(rc)