Li hember sermê vîtamîna C tê tewsiye kirin

10:12

JINHA

AMED - Pispopra Diyet û Tagadiyê Dr. Pinar Şahîn diyar kir ku li gorî her demsalî şiklekî xwedîbûnê heye û wiha got: “Bi taybetî meha çilê de ji bo sîstema jêbexşî bigehêje divê ku vîtamîna ‘C’ were bikar anîn. Bi vîtamîna ‘C’ re dibe ku mîneralên dinjî wekhev were bikar anîn ku ji bo asta jiyanê astekê bilind bigre.”


Bi hatina meha çilê re baya cemidî bixwera nexweşiyên cûda jî tîne. Bi taybetî jî grîp û serma girtin herî zêde di meha çile de mirovan bandor dike. Laşê mirov de dema kelsbûna sîstema jêbexşî dibe, laşê mirov ji nexweşînê re ewçax vekiriye. Pispor bal dikşînin ku mirov li gor demsala xwedîbûn bike sîstema jêbexşî xurt dibe. Pispora Diyet û Tagadiyê Dr. Pinar Şahîn diyar kir ku di meha çilê de mirov xwe ji nexweşîna biparêze piranî vîtamîna ‘C’bikar bîne û wiha got: “Ji bo ku sîstema jêbexşî xurt bibe ji mirovan re vîtamîna ‘C’ yê pêşniyar dikim. Vîtamîna ‘C’ yê mirov ji fêkiya dikare peyde bike û bikaranîna vîtamîna ‘C’ yê tu pirsgirêk ji laşê mirov re dernaxe. Vîtamîna ‘C’ zêdetir di fêkiyê portakal, mendelîna û fêkîyên tirûnciyan de heye.

‘Zêde bikar anîn zirar nade’

Pinar bal kişand ku meha çile de mirov bêtir bi nexweşînê grîp û serma girtinê dikevin û wiha got: “Vîtamîna ‘C’ di av ê de dihele û ê zêde bi îdrarê re tê avêtin. Bikaranîna vîtamîna ‘C’ sîstema jêbexşî xurt dike û hemberî nexweşînên mîna serma girtinê û grîbê mirov diparêze. Bi vîtamîna ‘C’ re mînarelê din jî wekhev were bikaranîn, li gor emrê mirovan û li gor pergala jiyana mirovan were bikar anîn."

‘Vexwarina av ê kêm nekin’

Pinar pêşniyar kir ku ji bo enerji ya laşê mirova nekevin divê ku egzersiza bikin û wiha got: “Vexwarina av ê kêm bibe bila kesên nexweş bi vexwarina avê germ berdewam bikin. Tenê ji nexweşan re xwedîbûn pêşniyar nakin em egzersiza jî pêşniyarê mirovan dikin. Ji bo ku rûnê zêde ya laşê mirovan xwe bavêje egzersiz jî pêşniyar dikin. Kesên nexweş hîşyar dikin ku meha çilê de vexwarina av ê kêm nekin û eger av vexwarinê kêm bûbe bila bi vexwarinek germ cihê av ê tije bike bikar bînin.”

(ha/rc)