'Zarok ji biçuktiya xwe de divê ku bi agahiyên tenduristi bên perwerdekirin'

10:10

Têkoşîn Tekîn/JINHA

AMED - Bijîşka Pispora Tenduristiya Zarokan Gulhan Ozan Aktaş qala nexweşiyên zarokan kir û wiha got: "Vîrus hemû demsala de derdikeve holê, lê belê herî zêde di meha çile de bandor dike. Herî zêde ê di bin rîska vîrusê dane zarokên diçin dibistan û zarokxane ya. Zarokên emre wan di bin 4 salî dabe dibe ku ji qada cixare lê tê kişandin dur bikevin."

Bijîşka Pispora Tenduristiya Zarokan Gulhan Ozan Aktaş bi hatina mehên zivsitanê re li hember virusê hişyarî kir. Gulhan got: "Herî zêde vîrus di meha çile de bi nexweşîna enfeksiyona dilop derbasî mirova dibe. Gel nexweşîna grip û serma girtinê li nav hev dixe. Lê belê xweşîna serma girtin û grip ji hev cûdaye, serma girtin bi vîrusê cûr bi cûr derbasî mirova dibe. Li dinya yê de herî zêde nexweşîna serma girtinê tê dîtin."

'Agirên zarokan '39C' yê derbas bibe tekez divê serî li bijîşk bê xistin'

Gulhan anî ziman ku di meha çile de nexweşiya zarokan heftiyek berdewam dike û got: "Di nexwşiya zarokan de herî zêde nexweşîna zature û astimê zêde bûye. Heger we van nexweşîna kuxîn, zorbûna dakurtandinê, lenf bezî werimî be, êşa guh û agir di zarokan de dîtibe serî li bijîşkan bixin."

'Zarok ji biçuktiya xwe de divê, bi agahiyên tenduristiyê bên perwerdekirin'

Gulhan diyar kir ku zarokên di bin bandora grîbê dabe divê ku were tamandin û wiha domkir: "Tamandina grîbê rê li ber nexweşîna zature û enfeksiyona guh digre û pakijî jî di nexweşînê zarokan de rolek mezin dileyze. Ji bo rê li ber nexweşînan bigrin divê ku meha çile de zarok zêde nekevin cihê komî. Ji bo zarok hertim li xwe haydarbin dibe ku ji biçuktiya xwe de dibe ku bi agahiyên tenduristi yê ben perwerdekirin."

(ha/rc)