Li hember riskên enfeksiyona dibistanan hişyarî

10:23

JINHA

MERSÎN - Bijîşk Gaya Ozal derbarê hatina mehên zivistanê û vebûna dibistanê re ji bo nexweşiyên girîb û enfeksiyonê hişyarî kir. Gaya diyar kir ku ji bo ji nexweşiyê mirov xwe biparêzin divê destên xwe herdem bi sabûnê û avê bişûn.

Bijîşka Pispor a Nexweşxaneya Zayîn û Tenduristiya Zarokan ya Mersînê Gaye Ozal bi hatina mehên zivsitanê re li hember şewba girîbê hişyarî kir. Bijîşk Gaye destnîşan kir ku zarokên ji malê diçin dibistanê rastî mîkropên nû tên.

Gaye da zanîn ku bi hatina mehên zivistanê re nexweşiyên vîrûs ên weke êşên qirikê, bê halî, herîkîna poz, kuxik û hwd, dertên pêş û wiha got: "Ev nexweşiyên vîrûs bi riyên kuxikê derbasî kesên din dibin. Kesên ku nexweş bi riyê temasê tişt û mirovan re nexweşî bi aweyek hêsan derbasî mirovên derdor dibe." Bijîşk Gaye Ozal anî ziman ku li gorî lêkolîna Rêxistina Tenduristî a cîhanê (WHO) girîb her sal ji sedî 5 kes pê bandor dibe got divê tedbîr li hember nexweşiyên şewbê bên standin. Gaye wiha got: "Bi taybet di cihên girtî de vîrûs bi aweyek lezgîn xwe belav dike. Ji bo parastinê divê destên xwe herdem bi sabûn û avê bê şûştin. Divê ji temasê bi kesên nexweş re bên dîqet kirin. Di mal û cihên kar de divê paqijî bê esas girtin û her dem ji bo guhertina hewayê hûndir divê derî bên vekirin."

(rc)