Riyê parastinê ji grîpê

12:32

JINHA

MÊRSÎN - Pispor diyar kirin ku ji bo mirov xwe ji girîpê biparêzin divê haj ji cilê xwe û kesên ku bi girîpê ketine biparêzin. Her wiha anîn zima ku divê xwe ji enfeksyona girîp ê û temasê bi mirovên ku bi girîpê ketine biparêzin.

Pispor hişyar kirin ku bi guhertina demsalan re nexweşiyên grîpê zêdetir tên dîtin. Ji bo xwe ji grîpê bi strînin dibe ku kinca li xwe bikin û kesen bi enfeksiyona grîpê bin xwe jê dûr bixin. Mirov dibe baldar bin ku destên wan tim paqij be, cîh û tiştê bi gumandar destêwan temas kiribin destên xwe bişon. Eger ku nexeşiya girîpê neyê tedewî kirin rê li ber îltîhab guh û sînuzîtê vedike.

Pisporan bal kişan ku bi taybetî ev nexweşiyê girîpê bi kesên temenê wan 65 salî û jortir re zêde dertê holê. Pisporan anîn ziman ku divê ev kesên temenê wan mezin ên ku nexweşiya dil, kezeb, gurçik û hwd. hebe hîn zêdetir baldar bin.

Pispor ji bo nexweşiyê grîpê van hişyariyan kirin: "Piştî pişkînê an jî kuxikê divê kesên nexweş destên xwe bişûn da ku nexweşî belav nebe û her wiha temasên xwe bi mirovên din re dibe bi baldarî be. Vîrus di nava 0-4 derece de belav dibe û bi heftiya zindî dimîne. Di meha çile de enfeksiyon zêde dibe. Ji ber vê nexweşiya grîpê bin kontrola bijîşkade bê tedawîkirin. Di tedawiya grîpê de girînge ku kesên nexweş vehesin heya ku baş dibin."

Ji bo ku mirov bi grîpê nekevin wan peşniyaza baldar bin: Di guhertina demsalade berbayê germe nekevin û cila li xwe bikin. Destên xwe di meha çile de zêdetir bişon.

(ha/rc)